Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Operasyona Birûska Cizîrê dewam dike

02/01/2023
in NÛÇE
A A
Operasyona Birûska Cizîrê dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Di roja 3’yemîn a operasyona ‘Birûska Cizîrê’ de li gundewarên Til Hemîsê 32 çeteyên din ên DAÎŞ’ê hatin girtin. Li navçeya Til Birakê jî operasyonê destpê kir.

Têkildarî encam û rêveçûna Operasyona Birûska Cizîrê di roja 3`yemîn de, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxyaniyek weşand.

 

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan bi hevkariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Koalîsyona Navneteweyî operasyonên pêşwext ên şopandina şaneyên DAIŞ’ê û tunekirina cihên wan ên veşartinê li herêma Til Hemîsê û Holê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewam dike û wiha dewam kir: “Di vê çarçoveyê de, hêzên me li gundewarên li rojavayê Til Hemîsê 32 çete girtin, 3 çeteyan ji wan di demên dawîn de bi erkên şopandinê yên DAIŞ’ê radibûn û di lîsteya çeteyên ji bo edaletê tên xwestin de ne.”

 

QSD’ê ragehand ku di roja 3’yemîn a operasyonê de, piştî agahiyên têkildarî tevgerên bi guman ên şaneyên terorîst û hewldana wan a revê hatin bidestxistin, şopandina ewlehiyê berfireh bû û bajaroka Til Birakê girt nav xwe. QSD’ê diyar kir ku hêzên wan 3 çeteyên terorîst ku ji cihên xwe yên veşartinê reviyane malên sivîlan ên li rojhilatê bajarok şopandin, gundiyan çete ji gund qewitandin, piştre ew çete hatin girtin.

 

QSD’ da xuyakirin ku di operasyonên ewlehiyê yên roja 3’yemîn de, hêzên hevbeş cilên leşkerî û cilên ku endamên şaneyên terorîst ji bo xweveşartinê bi kar dianîn, desteser kirin.

QSD’ê got, her wiha 6 çeteyên ku di cihên hewandina endamên terorîst û peydakirina madeyên lojîstîkê ji wan re kar dikirin, hatin girtin. Hêzên me operasyonên taybet li bajaroka Til Birak û gundewarê wê û gundewarê Til Hemîsê dewam dike.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) da zanîn ku di lêpirsînên destpêkê yên bi endamên terorîst re, hat tespîtkirin ku wan kesan hewl daya herêmên Til Hemîs û Til Birakê ji bo parastina xetên xwe yên piştevaniya derve ji herêmên derveyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, biparêzin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.