Navenda Nûçeyan
HPG`ê ragihand ku rtêşa Tirk a dagirker li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê 2 caran bi bombeyên qedexekirî êrîş birin ser çeperên berxwedanê yên gerîla.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragehand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên bi çekên qedexekirî yên li ser qadên gêrîla bênavber dewam dikin.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Amediyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla. Herwiha bi obus, hawan, tank û çekên giran bi dehan carî bombe li qadê barand. Di heman demê de 5 caran bi balafirên şer bombe li qadên gerîla barand.
HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî wiha gopt: ” Di 30’ê Kanûnê saet di 13:40 û 14:30’î de li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya Amediyê 2 caran bi bombeyên qedexekirî çeperên berxwedanê yên gerîla hatin bombekirin.”
HPG’ da zanîn ku di 30’ê Kanûnê de Gundê Sarkê yê Garê, Qada Golka ya Metîna û Girê 23 ê Qendîlê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
HPG’ê diyar kir ku di 30’ê Kanûnê de li qada Geliyê Lolanê yê Xakurkê, qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê û nêzî gundê Sîdayê çeperên berxwedanê yên gerîla bi dehan carî bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.