Rojnameya Ronahî

 ’ Dorpêç sûcekî dij mirovî ye’

 

Rêveberê nexweşxanya Avrîn ya herêma Şehbayê Azad Reşo, diyar kir ku ambargoya li ser herêma Şehbayê metirsiyê li ser jiyana welatiyên nexweş çêdike û got, ambargo sûcekî dijmirovî ye û ji bo parastina jiyana welatiyan divê dorpêç bê rakirin

Zana Roj/ Şehba

Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, gel koçberî herêma Şehbayê bû. Ji destpêka derbasbûna gel ji herêma Şehbayê re, hikumeta Şamê ambargo  li ser herêmê feriz kir. Ji beriya 2 mehan û heta niha roj bi roj ambargo girantir dibe û zehmetiyên welatiyan jî, zêdetir bûne. Nebûna madeyên sotemeniyê yên ji bo hatin û çûna erebeyan û germkirinê, tevayaya kar û xebatên xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê hatîne asta sekinandinê. Yek ji milên ku ji ber dorpêçê zerar dîtiye jî, milê tenduristiyê ye û êdî dorpêç metirsiyên cidî li ser jiyana welatiyan û bi taybet yên nexweşan çêdike.

Têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê û zerarên ku dorpêçê gihandiyê navendên tenduristiyê, rêveberê nexweşxaneya Evrîna ya Şehbayê Azad Reşo ji rojnameya me re axivî.

’Koçberan ji xwe re nexweşxane vekir, lê hikumeta Şamê nahêle derman derbaz bibin’

Azad da zanîn ku piştî bicihkirina gelê Efrînê li herêma Şehbayê û tevî kêmbûna derfatan jî, yekem nexweşxane Avrîn li herêma Şahbayê hat vekirin û wiha domand: “Piştî koçberkirinê, xebatkarên nexweşxanya Avrîn a li Efrîn, li gorî rewşa awarte û bi derfetên kêm, bi alikariya koçberan ji nûve nexweşxaneya Avrîn li herêma Şehbayê vekirin. Tevî êrîşên domdar yên dewleta Tirk ya dagirker û dorpêça hikumeta Şamê, nexweşxaneyê karê xwe dewam kir. Ji beriya 4 salan û heya niha, hikumeta Şamê ji bo derbaskirina alavên nexweşxaneyê piskirikan derdixe û ji bo ku hinek dermanan derbaz bin, baceyekî pir mezin ji Rêveberiya Xweser werdigre. Ango gel bixwe hemû derfetên xwe yên jiyanê, di bin êrişên dagirkeriyê de ava dike, lê hikumeta Şamê jî ji bo ku gel nikaribe jiyan bike hemû derfetên xwe bi kar tîne.”

’Armanc ji ambargo fetisandina gelê Şehbayê ye’’

Azad diyar kir ku ambargoya li ser herêmê bû sedem ku nexweşxane were girtin û wiha domand: “Ev ambargoya ku bi armanca fetisandinê tê domandin, bi taybet di demsala zivistanê de ku rewşa gel di kampan de xiraptir dibe û nexweşiyên cur be cur derdikevin, bi taybet rewşa zarokan ber bi xeteriyê ve diçe. Ji ber tunebûna madeya sotemniyê welatî nikarin bên nexweşxaneyê, ji aliyekî din ve jî rojane nêzî 500 kes tên nexweşxaneyê ji bo tedewîkirinê, beşên ku hene ya çavan, nexweşiyên hundirîn, beşa zarokan, ameliyat, ambolans û hwd. Ji ber tunebûna sotemeniyê û kêmbûna dermanan, nexweşxane bi giştî zehmetiyan dibîne, beriya demekê nexweşxane bi temamî 2 rojan hat rawestandin. Armanc ji ambargo fetisandina gelê Şehbayê ye.”

’Rêxistinên tenduristiyê yên navneteweyî  ji bo berjewendiyên xwe kar dikin’

Azad da xuyakirin ku ji ber dorpêçê ew mecbûr man ku sîstema nexweşxaneyê bidin guhartin û wiha domand: “Di nexweşxaneyê de tevî bijîşkan, nêzî 220 karmend kar dikin. Herwiha endamên personal yên tenduristiyê jî hene, ji ber vê yekê li şûna ku 8 saetan kar bikin, niha 24 saet li naxweşxaneyê dimînin, ji ber wê jî gelek zehmetiyan dibînin. Tevahî rêxistinên ku ji derve derbasî herêmê dibin jî, tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, bîlancoyan werdigirin û tu alîkariyê ji bo vê rewşê pêşkêş nakin.”

’Em banga rêxistinên navnetewî dikin ku bi erkê xwe yê exlaqî rabin’

Rêveberê nexweşxaneya Avrîn Azad Reşo ragihand ku rewşa tenduristî, mijareke mirovahiye û got, divê tendûrîstî nekeve bin bandora dorpêçê. Di vê pêvajoyê de rewşa tenduristî rewşek taybete û mirovahî ye, ji ber vê yekê em weke xebatkarên nexweşxaneya Avrîn, banga tavahî rêxistinên navnetewî dikin ku ji bo têkbirina dorpêçê û parastina jiyana mirovan bi erkên xwe yên exlaqî rabin.”

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle