Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Navenda berxwedanê yek e                                                                                                                

28/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gêrîla tenê nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

DILYAR CIZÎRÎ

Siyaseta dewleta Tirk ya ji bo tinekirin û qirkirina gelê kurd, li gelek qad û deveran bê navber didome. Bingeha van êrişan tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO ye. Li Başûrê Kurdistanê jî bi êrişên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dewam dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê jî bi hedefgirtina sivîlan û rûxandina binesaziya herêmê û bombebarana bi balafiran pêk tê. Hemû êriş bi yek konseptê û bi armanca tinekirina gelê kurd û tevgera wî ya azadiyê ye.

Komkujiya li Parîsê di çarçoveya heman konseptê de pêk hatiye. Dibe cih û şêvazê êrişan cûda be, lê armanc û plan, bi yek zihniyetê tê kirin. Bi wate her çendî rê û rêbaz cûda bin jî, kujer û plan ji yek navendê derketi ye. Heta êrişa şaneyên DAIŞ’ê ya li taxa Diriyê ya Reqayê jî di heman çarçove û planê de pêk hatiye. Ji ber her kes dizane ku fermandar û berpirsên DAIŞ’ê li herêmên Sûriyê yên di bin dagikeriya Tirkiyê de, têne meşandin. Ango çeteyên DAIŞ’ê di bin fermandariya artêşa Tirk de tevdigerin û êrişan pêk tînin.

Dema em behsa plan û navenda êrişan dikin, pêwîste em behsa berxwedan û bersivdayînê jî bikin. Navenda Ragihandinê ya HPG’ê daxuyaniyekê ragihand ku artşa tirk neçar bû ji gelek herêmên Zap û avaşînê vekişin. Ev serkeftina gêrîla, bi berxwedana Rêber Apo ya li Imralî re girêdayiye û beşekî mezin ji planên qirkirinê vala derxistin.

Di encama wê de gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe da û li beranberî êrişên bê serûber yên dewleta Tirk, berxwedanek mezin nîşan dan. Her çendî balafirên şer, gelê sivîl û binesaziya herêmê bombebaran kir û rojnamevan jî di nav de, sivîl şehîd xistibin jî berxwedana gelê herêmê hemû planên wan vala derxistin.

Herwiha berxwedana gelê kurd û dostên wan a li dijî komkujiya 2’emîn a li Parîsê, serkeftinek din a li dijî planên qirkeran bû. Ev çend roj in gelê kurd li dijî êrişan bê navber li ser piyane û çalakî û berxwedanên xwe bê navber didomînin.

Her çendî hikûmeta AKP/MHP’ê li Bakurê Kurdistanê jî qirkirina siyasî dide meşandin, em dinerin li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jî li dijî komkujiya li Parîsê çalakiyên bi heybet têne lidarxistin

Di vir de me çawa beriya niha got, ‘êriş bi yek konseptê û ji yek navednê tê birêvebirin’ pêwîste em bizanin berxwdan jî di heman demê de bi yek armancê, bi rêve biçe.

Lewra em dikarin di serî de, ji dijminê xwe û hemû kesî re bêjin, ‘êdî kurd ne kurdên berê ne’. Kurdên niha, kurdên ku bi hêman, fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan hatine perwedekirin in. Êdî wê ti kes di cîhanê de nikaribe kurdan li gorî berjewndiyên xwe birêve bibe.

Ev jî nîşan dide ku wê tu hêzên cîhanê, nikaribin bêyî kurdan dîzayneke nû di herêmê de pêk bînin; Piştî sedsala Lozanê wê ne mumkin be ku bêyî kurda,n itîfaqên xwe nû bikin. Ji ber wê jî, ji her demê zêdetir pêwîstiya me kurdan bi Yekîtiya Netewî heye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.