Zekî Bedran
Dewleta Tirkan ne tenê di nava Tirkiyê de, li gîştî Rojhilata Navîn pêşîya çareseriya pirsgirêka Kurd asteng e. Ev yek polîtîkayeke esasî ya vê dewletê ye. Ev polîtîka ne demkî ye û tenê bi hinek hikûmetan sînordar jî nîne. Felsefeya avakirina dewletê li ser vî esasî ye. Cîhan hat gûhertin, lê ev stratejî û zihniyet wan nehat gûhertin. Ji ber wî li hember Rojava û Kurdan dijminayiyê dike. li hember Başûr dijminayî dike. Niha tiştê di navberê wî û rêveberiya Başûr de, wisa didin xuyakirin ku rolekî baş dilîzin. Lê, rastî ne wiha ye. Referandûma 2017’an de çi kir, herkesê dît. Bi şêwazeke Başûr xistine bin kontrola xwe, bi dehan navendên leşkerî avakirine. Ji bo PKK’ê bi pelçiqîne wan bikar tîne. Piştî PKK pelçiqand ewê wana jî tasfiye bike.
Dikare bê pirskirin `hûn ji kûr derdixin ku Başûr jî ewê bê tasfiye kirin`. Ji ber ku hinek alî heta niha naxwazin xisûsiyetê Tirkan ya qirker, qebûl bikin anjî fêm bikin. Şer û dijminayî bi PKK’ê û siyasetên şaş ya hinek hereketên Kurdî ve dixwazin girêbidin. Referandûma Başûr PKK’ê çênekir. Pêşengtiya wê Mesûd Barzanî bi xwe kir. Lê faşîst Erdogan bi ser da girt. Di şevekê de Kerkûk û herêmeke fireh ji kontrola rêveberiya Başûr derxist. Gef a birçî hêştinê li Başûr xwar, ma kê ji bîr kiri ye!
Sedemê dijminayî ya dewleta Tirkan ya li hember Rojava ne PKK û YPG ye. Erdogan eşkere dibêje, `Şaştîya ku li Iraq`ê me kir, emê li Sûrî nekin`. Ango dibêje; li Sûrî jî emê qebûl nekin ku Kurd bibin xwedan statû. Bala xwe bidin, hedef statûya Kurdan e. PKK û Rêberê wê, ji bo pirsgirêk bê çareserkirin, pir erenî tevgeriyan. Lê dewlet ne çareserî, dixwaze kurdan xelas bike. Yanî dixwaze qirkirina Kurdan bi encam bike. Yê ku bêje “Me li Iraq`ê şaş kir“ ewê ji bo şaştiyê rast bike jî, wê kar bike. Hemû kesên bi akil dizanin ku, hêzeke li Rojava ya ku gefê ji dewleta Tirk bixwe, nîne. Lê dewleta Tirkan hebûna wan û îhtîmala destxistina statûyê, ji bo xwe gef dibîne.
Yên Tirkiyê îdare dikin jî dibêjin; ‘eger Rojava tasfîye nebe û Kurd bibin xwedan statû, ev yek wê bandore li nava Tirkiyê jî bike. Li Başûr baş an jî xirab statûyek heye, ger li Rojava jî çê bibe, emê li Tirkiyê ku zêdeyî 20 mîlyon Kurd jîyan dikin, nikaribin qirkirina Kurdan bibin serî.’ Her wiha Kurdan xwe pêş xistine, xwe birêxistin kirine û berxwe didin. Lewma dibêjin; ‘Ev hêjmara zêde êdî bê nasname û bê statû, emê nikaribin kontrol bikin’. Ji ber wê, Rojava gîştî terorîst bi nav kirin. Erdogan bi eşkereyî weke korîdora terorê bi nav kir. Xeta sînor yê ku Kurd xwe bicîh kirine, weke korîdora terorê binav dikin û vê nêrînê li ser hemû cîhanê ferz dikin. Wiha bi navkirin ne bê armanc e. Cîhên weke Efrîn hatine dagirkirin li ber çava ye. Li wir PKK û YPG nîne. Lê, gelê Kurd jî nîne. Gelê Kurd li wir hatin xelas kirin, bi vekirî komkûjîya qewmî yanî jenosaîd hat kirin.
Ji Efrîn`ê heta sînorê Îran`ê, herêma bi 30 km. kûrayî weke herêma ewlekarî îlan kirin, ev bi eşkereyî projeya qirkirina Kurdan`e. Kurdên li Sûrî jiyan dikin ji xwe hemû vê herêmê 30 km jiyan dikin. Vê herêmê dagir bike û bixe bin kontrola xwe. Ji xwe fîîlî qirkirin tê pêkhanîn û Rojava ji holê tê rakirin. Heman tişt dixwazin bînin serê Başûr jî. Kî dikare ji Başûr wan derxe, ma PDK dikare wan derxe! ne pêkan e.
Dewleta Tirkan pirsgirêka Sûrî tevlîhev dike, nahêle çareserî çêbibe. Rêjîma Baas û zihniyeta wê ne amadeye ku mafê Kurdan yê demokratîk nas bike. Ji bo Sûrî ya demokratîk yek jî ne amade ye. Çi xemekî wiha Sûrî ya demokratîk, ya DYA û Rûsya jî nîne. Kesên bi navê mixalîfên Sûrî tên binav kirin jî, beşekî wan ya mezin bûyîne piyonên dewleta Tirkan, yên mayî jî pir paşverû û wehşî ne. Rewşa İdlib’ê li holê ye. Tirkiye hem El Nûsra diparêze û li ser piyan digre, hem jî yên dixe bin emrê xwe li hember Kurdan û rêveberiyê Şam`ê bikar tîne. Ji ber wê Tirkiyê li Sûrî pirsgirêkan dike girêka kor û bûye navenda xetimandina çareseriyan.
Rûsya hemû hesabên xwe li ser rêveberiya Şam`ê çêkirine. Rewşa gelê Sûrî û daxwazên wan yê azadiyê, nabîhîze. Rêveberiyê Şam`ê desthilatdar be û berjewendiyên Rûsya bên parastin ji bo wan bese, tiştên din ne girîngin. Ev nêzîkatî di têkîliyên wan ên bi Kurdan re jî, diyar dike. Zextên Tirkî jî dema li ser wan tê zêdekirin, pirsgirêk girantir dibe. Yek jî şerê Ukrayna derket. Ev jî Rûsya tengav dike û dihêle kû Tirkiyê hîn zêdetir ciddî bigre. Dema wiha dibe, Rûsya di çareseriya pirsgirêkan de nikare konseptek ava bike. Heman tişt ji bo DYA’ê jî derbasdare. Ev her dû hêz giraniyê xwe deynin holê, Tirkiyê roleke ewkas xirabker nikare bileyîze. DYA, ji bo pirsgirêka Kurdan di asta Rojhilata Navîn de polîtîkayek ava neke nikare encamê bigre. Êrîşên Tirkiyê hember Rojava nasekinin.
Van rastiyan careke din me bal kişand ser, ji bo ku gelên Sûrî û Tirkî nekevin nava bendewariyeke ne rasteqîne. Azadî, Demokrasî û aşîtî bi îradeya gelan divê be avakirin û divê hember van leyîstokan bisekinin.






