Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li Reqa têk çû û operasyona paqijiyê berdewam e

28/12/2022
in NÛÇE
A A
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê li Reqa têk çû û operasyona paqijiyê berdewam e
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê Alî Alhesen diyar kir ku operasyona pagijyê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê dewam dike.

26’ê vê mehê  çeteyên DAIŞ’ê êrişeke xwekuj li dijî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a taxa Diriyê ya Reqayê ku li nêzî girtîgeheke çeteyên DAIŞ’ê ye, pêk anî. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew êriş têk bir û li nava bajarê Reqayê dest bi xebatên lêgerînê kirin. Heman demê Meclisa Sivîl a Reqayê qedexeya derketinê li tavahî bajar ragihand. Li gel qedexeya çûn û hatinê, operasyona lêgerîn û paqijkirinê di taxa Diriya de hat destpêkirin û hê jî dewam dike.

Derbarê êrîşa şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Reqayê û pêngava paqijiyê ku hêzên ewlekariyê û QSD’ê dabûn destpêkirin û hê jî dewam dike, Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê Elî Alhesen ji rojnameya me re axivî.

Alhesen diyar kir di 26’ê mehê de, şaneyên çeteyên DAIŞ’ê êrîşî navendeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya li Reqayê kir û xwestin ku navendê bixin bin kontrola xwe û xwe bighênin girtîgeha Ku çeteyên DAIŞ’ê lê tên girtin.

Alhesen da xuyakirin ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn êrîş têk birin û wiha got: “Di encama têkbirina êrîşa çeteyan de, çeteyek hat kuştin, çeteyek hat girtin û çeteyên din ber bi taxên derdorê ve reviyan.Piştî têkbirina êrşîê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê operasyona paqijiyê dan destpêkirin û qedexeya hatûçûnê li bajêr hat ragehandin.”

Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê Elî Alhesen ragehand ku di operasyona paqijkirinê de 2 çeteyên DAIŞ’ê ku reviyabûn hatin girtin û wiha dewam kir: “Di encam şikandina êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 endamên Hêzên Sûriya Demokratîk şehîd bûn. Rewşa awarte û operasyona paqijkirinê hîn dewam dike. Hêzên me wê heta dawiyê gelên herêmê biparêze û çeteyan têk bibe.”

 

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.