Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​KCK: Wê hesabê sûcên qirkirina Kurdan ji dagirkeriya Tirk bê pirsîn

28/12/2022
in NÛÇE
A A
​​​​​​​KCK: Wê hesabê sûcên qirkirina Kurdan ji dagirkeriya Tirk bê pirsîn
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

KCK’ê diyar kir ku gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan wê têkoşîna demokrasî, edalet û azadiyê bi ser bixînin û hesabê herî mezin ji mêtingeriya qirker bipirsin

KCK’ê diyar kir bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Komkujiya Roboskî yek ji bi dehan komkujiyên ku li ser esasê dijminatiya Kurdan pêk hatiye.û wiha got: “Ev komkujî dijmatiya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd bi awayekî eşkere datîne holê. Li Roboskî 34 Kurdên sivîl bi awayekî hovane û zalimî hatin qetilkirin. Ev qetlîam a ku sûcekî mezin ê qirkirinê ye, pêwistî bi darizandin û hesabpirsînê heye. Lê tu carî lêpirsîn li ser wê nehatiye destpêkirin. Di feraset û pratîka dewleta Tirk de ne kuştina Kurdan lê nekuştina Kurdan sûc e. Kurd tenê dema ku dev ji Kurdbûna xwe berde dikare bijî. Ji xeynî vê derfeta jiyînê nadin Kurdan.”

KCK’ê da xuyakirin ku l Tirkiyeyê rêya desthilatdariyê û desthilatdarbûyînê qirkirina Kurdan e, dewamkirina qirkirinê ye û wiha got: “Komkujiya Roboskî xwedî taybetmendiyeke welê ye ku vê rastiyê radixe pêş çavan. AKP’ê û serkêşê wê yê faşîst dîktator Erdogan serî li vê rêbazê da û qirkirina Kurdan her roj hîn bêhtir mezin kir, bi vî rengî hewl da bibe desthilatdar û desthilatdariya xwe dewam bike.”

 

KCK’ê da zanîn ku bi avabûna tifaqa AKP-MHP’ê re polîtîkaya qirkirina Kurdan li ser bingeha plana Mîsakî-Mîllî bi êrîşên herî berfireh ên dagirkeriyê hate meşandin û wiha got: “Li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne êrîşan dike, komkujiyan dike. Ji Bakur heta bi Başûr, Şengal, Mexmûr, Rojava û Ewropayê ev polîtîka tê meşandin. Mînaka herî dawî ya vê yekê jî Komkujiya Parîsê ya duyemîn e”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku gelê Kurdistanê yê welatparêz û dostên wan wê têkoşîna demokrasî, edalet û azadiyê bi ser bixînin, hesabê herî mezin ji mêtingeriya qirker bipirsin û wiha qeedand: “Em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk ên cîhanê dikin ku têkoşîna ji bo demokrasî, edalet û azadiyê bilind bikin”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.