Farûk Sakik
Li Fransa ev 10 sal in lêgerîna kurdan a edaletê hebû, niha jî lêgerîneke din lê zêdebû. 3 şehîdên me hene; Têkoşera pêngava Jin jiyane Azadî Emîna Kara, Hunermendê ciwan û bedew Mîr Perwer û welatparêzê hêja, Abdullah Kara.
Em ji ku derê destpêbikin nizanim! .
Berî vê komkujiyê min ‘komkujiya Mereşê’ nivisî û ji rojnamê re şandibû. Dema ku ji Parîsê ew xebera reş hat, min weşana vê nivîsê rawestand.
Lê her tişt bi komkujiya Mereşê re destpêkir. PKK hatibû damezirandin û li nav kurdan de tovê azadiya Kurdistanê belav dibû.
Ji bo pêşîgirtina vê pêlê dewleta Tirk dest bi komkujiyan kir.
Ev komkujî weke xelekekê li pey hev dewam kir, xeleka dawî jî komkujiya Parîsê ya 23 Kanûna 2022 an bû.
Kurd adresa ku tetîkêş ji kuderê birêketî baş dizanin. Herkes dibêje ji Enqerê birêketî ye.
Çima di demeke waha de Erdogan çavsorî bûye û ji bo seknandina çûyîna xwe her tiştî dike.
Erdogan çikir? Êrişî Zapê kir û encam negirt. Êrişî Rojava kir û bi serneket. Rabû îstixbarata xwe xist dewrê û berê wan da Parîsê.
Erdogan li pey serkeftinekê bû, Ji şehîdan Emîna Kara tesaduf nebû. Kurdan dema şehadeta Emîne Kara bihîstin, Sakîne Cansiz hat bîra wan.
Pirsek din, çima Parîs? Dewleta Tirkiyê, helwesta dewleta Fransa ya ji bo kurdan dizane. Ji bo vê helwestê sabote û berteraf bike, reşkujiyên xwe li vî welatî pêktîne.
Di reşkujiya 10 salên berê de, bi belge û îtirafan ev reşkujî hat isbatkirin ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye kirin.
Kurd vê yekê dizanin di vî warî de zelal in. Lê ji dewleta Fransa bendewariyên edaletê hene. Kurd dibêjin hûn jî van delîl û îspatan dizanin. Ev belge di dest hiqûq û îstixbarata we de jî hene û hûn çima dewleta Tirkiyê mehkûm nakin.
An jî bi daxwiyaniyekê hûn çima nabêjin ey dewleta Tirkiyê we çima ev 2 reşkujî li welatê me pêkanî.
Hadî daxwaza kurdan ya lêgerîna edaletê deynin aliyekî, xwe û edaleta xwe derxin pakiyê.
Ey Fransa hûn çima destûrê didin, welatê we yê bi naskirina mafên mirovan tê nasandin, bibe navenda reşkujiyan.
Hûn di Lozanê de bûn sebeb ku ew kurdên ku li wê derê hatin qetilkirin hatin wêder. Piştî şerê cîhanê yê yekem bi salan hûn li ser xaka me metînger bûn.
Dewlemendiyên axa me we dizî anî û me dagirkerên welatê me rûbirû hişt. Dagirker bi vê yekê jî qanî nebûn dest bi zilmê kirin. Ev kurdên li welatê we hatin qetilkirin ji ber wê zilmê hatin.
Belê Fransa me ji ev yek dixwest, lê we çikir ?
Piştî reşkujiyê bi nîv seatê, dozgerê we daxuyanî, da.
Digot: yekî nijadperest, yekî nû ji zindanê derketî û berê jî êrîşek li dijî kampa penaberan bi şûr êrîş kiriye.
Ê başe! Gelo çima istixbarata we kesekî bi vî rengî ne şopand?
Daxuyaniyên rayedarên Fransa û navnetewî derbarê buyerê de baş bûn, lê gelo ev ji bo sarkirina Kurdan e, yan jî hûn di vê mijarê de ceddî ne?
Tişta herî giring ji bo Kurdan ewe ku rastiya vê êrîşê were eşkerekirin,
Kî li pey vê êrîşê ye?, êrîş çawa hatiye orgenîzekirin? Di rojên pêş de wê gavên bi çi awayî werin avêtin?.
Civaka Kurd li Ewrupa û diyasporayê, vê care wê bê deng nemîne, civaka Kurd û dostên xwe yên Ewrupî wê heta eşkerekirina vê êrîşê li qadan bin û wê bêdeng nemînin.






