Rojnameya Ronahî

Rewşenbîr: CPT şirîkê tecrîda li dijî Rêbertî ye

 

Rewşenbîrên Tebqayê da zanîn ku paşguhkirina CPT′yê ji erkên xwe re dewama Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û got bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember tecrîda li dijî rêber Ocalan hevkarî ye.

 

Bertekên li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan a ji zêdetirî 23 salan ve, zêde dibin.

Di Îlonê de CPT′yê serdana Îmraliyê kir û tu agahî ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan eşkere nekirin.

Girêdayî mijarê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê Şeze El Hisên tecrîda li dijî rêber Ocalan a ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û redkirina daxwaznameyên parêzer û malbata rêber Ocalan di dirêjahiya 21 mehan de ji bo hevdîtinê, şermezar kirin.

 

Şeze El Hisên serdana CPT′yê di Îlonê de bêyî aşkerakirina tu agahiyan ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re li ser rewşa rêber Ocalan bi dewama komployê li dijî rêber Ocalan wesif kir û got: “Hêzên kapîtalîst bi mebest tecrîdê ferz dikin û rastiyê vedişêrin.”

Li aliyekî din jî endamê yekitiyê Mehmûd El Îsa wiha got: “Di ser tecîrda li dijî rêber Ocalan re 23 sal derbas bûn û dem hatiye ku li hember vê doza mirovahî bi exlaq û heq were sekinandin.”

 

El Îsa ev tişt anî ziman: “Em bi demeke dirêj li bendê bûn ku CPT′ê rastiya rewşa tecîrda li dijî rêber Ocalan aşkera bike. Lê CPT′yê tu bersiveke erênî nîşan neda û tu agahî jî li ser rewşa rêbertî ji Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re aşkera nekirin.”

El Îsa diyar kir ku ger CPT helwesta xwe bidomîne dê bibe şirîkê vî sûcî û ger rêxistinên hiqûqî û mirovî tev negerin, ew jî di vê sûcê de şirîk in.

 

El Îsa tecrîda li dijî rêber Ocalan bi “zulmê” wesif kir û wiha pê de çû: “Kesayetek bi nirx û qîmeta rêber Ocalan tenê ji bo fikr û pransîbên wî tê revandin, ev tiştekî zilm e.”

 

El Îsa got mijara rêber Ocalan ne tenê qanûnî ye, lê belê çandî û fikrî ye, ji lew re hêzên kapîtalîst di serî de dewleta Tirk a erkdar tecrîdê giran dike û bi fîzîkî rêber Ocalan ji gel vedişêre.  ANHA