Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dijî qetilkirina Ayda Rustemî nerazîbûn

25/12/2022
in NÛÇE
A A
Dijî qetilkirina Ayda Rustemî nerazîbûn
Share on FacebookShare on Twitter

 

Dixtor Xalid Dawûd destnîşan kir ku kuştina Ayda Rustemî derveyî pîvanên exlaqî û mirovî ye, lewma divê bûyer were lêkolînkirin. Endama Kordînasyona Kongra Star Rihan Loqo jî got ew ê li dijî desthilatdariyê têkoşîna xwe bidomînin û banga piştgiriya serhildana Rojhilat û Îranê li hemû saziyên jinan kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star Rihan Loqo û Serokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Dixtor Xalid Dawûd derbarê qetilkirina Dixtor Ayda Rusmetî ya ku dema birîndarên serhildana li Îranê derman dikirin ji aliyê hêzên rejîmê ve bi îşkenceyê hatibû kuştin de, ji ajansa me re axivîn.

Rihan Loqo destnîşan kir ku li Rojihlatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan têkoşîna mafan tê dayîn, lê desthilatdariya ku xwe li viya ranagire êrîşên xwe zêdetir kirine.  Rihan Loqo anî ziman ku gelên Rojhilat û Îranê êdî zilm û desthilatdariya hişk qebûl nake, ji bo azadiyê berdêlan didin û got: “Yek ji van jî  Ayda Rûstemî  ya ku 16‘ê Kanunê hate kuştin e. Ayda Rustemî birîndarên serhildanê derman dikirin, lewma hat hedefgirtin û ew şehîd xistin. Ayda bi erke xwe yê exlaqî radibû, lê hat hedefgirtin. Her wiha îdîa kirin k udi qezayê de jiyana xwe ji dest daye. Rastiya xwe vedişêrin, lê nikarin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo di dawiya axaftina xwe de êrîş şermezar kirin û got ku heta desthiltdarî hebe ew ê li qada bin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Her wiha bang li tevahiya sazî û rêxistinên jinan kir ku bi hev re nirxên xwe biparêzin û piştgiriya serhildanên li Îranê bikin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dixtor Xalid Dawûd jî destnîşan kir ku nêzîkahiya desthilatdariya Îranê ya li hemberî jinan derveyî exlaq û pîvanên mirovahiyê ye. Xalida Dawûd bibîr xist ku hêzên Îranê bi rêbaza îşkenceyê Jîna Emînî ya ku bûye sembola serhildanê kuştine, niha jî bi heman rêbazê Dixtor Ayda Rustemî qetil kiriye.

Xalid Dawûd nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Em vê rêbaza qirêj a ku Rejîma Îranê dide meşandin şermezar dikin. Pêwîst e komîteyeke hiqûqî were avakirin û kuştina Ayda Rustemî bê eşkerekirin.”

-ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.