Navenda Nûçeyan
HPG’ê ragehand ku êrîşên Kîmyawî yên dagirkeriya Tirk yên ser qadên gerîla dewam dikin û got, artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Kanûnê de 10 caran çeperên berxwedanê yên gerîla bi çekên kîmyewî bombebaran kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama çalakiya hêzên wan de dagirkerek hate cezakirin. Herwiha da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla; 10 caran bi çekên kîmyewî bombe kir, madeyên plastîk û lastîkên wesayîtan şewitandin û dûyê jehrî şandin ser çeperên berxwedanê. HPG’ê da xuyakirin ku di heman demê de dagirkeran 4 caran bi balafirên şer, 12 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qad bombebaran kiriye.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de de li herêma Zapê di 23’ê Kanûnê saet 09:00’an de dagirkerên li derdora gundê Sîda yê girêdayî bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê, ji aliyê tîmên wan yên bi tevger ve bi taktîka sûîqestê hatine lêdan û dagirkerek hatiye cezakirin.
HPG’ê derbarê êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar aniye wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker di 23’ê Kanûnê de ji danê sibehî heta bi şev 10 caran çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya girêdayî bajarokê Şêladizê ya Amediyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di heman demê de dagirker madeyên plastî û lastîkên wesayîtan şewitandin û berê dûyê jehrî şandine ser çeperên berxwedanê. Di 23’ê Kanûnê de çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî bejahiya Çarçel a Metîna û gundê Sîda yê girêdayî bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.Di 23’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Saca û Kurojahro 12 caran ji aliyê helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin. Di 23’ê Kanûnê de Qada Berxwedanê ya Girê FM û gundê Sîda yê bajarokê Şêladizê ya navçeya Amediyê û çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”






