Rojnameya Ronahî

Rêveberiya Xweser malbatên vegeriyan cihê xwe pêşevazî kir

 

Navenda Nûçeyan

Duh 89 malbatên koçber ên li Wargeha Serdeşt a çiyayê Şengalê, vegeriyan ser malên xwe yên li bajarokê Tilezêrê û di vegerê de ji aliyê Rêvberiya Xweser ve bi keyfxweşî hatin pêşewazîkirin.

Piştî 8 salan ji koçberiyê, 89 malbat di bin çavdêriya Netewên Yekbuyî de bi hevkariya hin dezgehên alîkariya mirovî, vegeriyan bajarokê xwe Tilezêr a Şengalê. Malbatên vegeriyan ji aliyê Rêvberiya Xweser a Şengalê ve hatin pêşwazîkirin û alîkariya wan hate kirin.

‘Vegera xakê bersiva herî mazin ya dagirkeran e’

Cîgirê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên di dema pêşevazîkirina malbatan de ji me re axivî û got, Ev pêla vegerê bersivek herî mezine ji bo dijminê me. Gelek aliyên siyasî hene bi şerê taybet dixwazin gel venegere û wisa didin xuyakirin ku Şengal ne arame. Gelê me dema wiha vegera ser malên xwe, ev peyama herî men e ji bo kesên ewlehiya vî gelî naxwazin.”

Hisên bi navê Rêveberiya Xweser spasiya hemû dezgeh û aliyan kir ku, ji bo vegera gel bûne alîkar û wiha got: “Pêwîste ne tenê xelkê me yê li Serdeştê, divê hemû gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê de, vegerin ser malên xwe.”

Berpirsê Wareha Serdeştê Elî Şabo jî li ser vegera koçberan agahî dan û wiha got: “Îro 89 malbat vegeriyane, ev hemleya vegerê wê dewam bike. Ji bo gel vegere ji aliyê rêxistnên navdewletî ve hin alîkariya madî ji wan re hatiya kirin û li Tilezêr jî derfetên kar ji wan re hatine peydakirin.”

Şaredariyên, Girzerik, Sîba Şêx Xidir û Tilezêr ên ser bi Rêvberiya Xweser ve jî ji bo alîkariya malbatên vegeriyane, ketine seferberiyê û ji bo paqijkirina malên welatiyan dibin alikar.