Zeki Bedran
Rûsya, wekî jê dihat hêvîkirin li Sûrî roleke çêker nelîst. Jê dihat hêvîkirin ku pirsgirêkên herêmên xweser û gelê Kurd, bi rêjîma Şam`ê re çareser kiriba û yekîtiya hûndirîn ya Sûrî pêkanîba. Rêveberiya Rûsya, ji bo vê yekê hewldaneke bi bandor nekir. Karê Rûsya pir hesan bu. Ji ber ku, Kurd û gelê bakûr û rojhilatê Sûrî tevahî dixwastin, bi rêveberiyê Şam`ê re çareseriya bi rêkên demokratîk û siyasî de Rusya rola xwe bilîze. Rûsya jî got, ‘ezê vê yekê bikim’ lê di pratîkê de wiha nebû.
Hinek tişt bînim bîra we. Ji ber ku wezîrê karê derve yê Rûsya Lavrov, wekî ku pêwîstîyê wî heye Kurdan tawanbar dike. Carna jî gefan dixwe û biçûk dibîne. Di navbera Rûsya û DYA û Ewropa de nakokî û reqabet ê heyî tê zanîn. Kurd tevlî van nakokiyan kirin û li ser wan ev nakokî berdewamkirin neheqîyek mezin e. Kurd hêzek û statûyek wan ê wiha nîne. Her wiha DYA û hêzên hevpeymanan Kurd neanîn e Sûrî. Di dema êrîşa Kobané de li şûna DYA Rusya bihata alîkarî û tevkarî, Kurdan nedigotin na. DYA û hêzên hevpeyman hatin, şerê hember DAİŞ’ê bi vê îttîfaqê hat meşandin. Encam jî, ji bo hemû cîhanê erênî bû. Cîhan ji belaya DAİŞ`ê xelas bû. Bedela herî mezin jî Kurd û gelê bakûr û rojhilatê Sûrî dan.
Dewleta Tirkan zext li Kurdan dikir ku, Kurd bi îxwanciyan, bi DAİŞ û yên dijberê rêjîma Şam`ê re îttîfaq bikin. Lê Kurdan li berxwedan, ev yek qebûl nekirin. Dewleta Tirk piştî vê, Kurd dijmin û terorist îlan kir. Ger Kurd bi wan hêzan re îttîfaq kiriba, ne Şam dima ne jî DAİŞ dihat sekinandin. Her wiha Kurd ji destpêkê heta îro çareseriya demokratik dixwazin.
Lê Rûsya, bi rêveberiya Erdogan ê faşîst re li hev kir û Kurdan ji xwe durxist. Ji ber ku Rûsya 2018’an de li Soçi, dema kongreya mezin ya Sûrî kom kir, ji herêma xweser jî 120 delege xwast. Kurd û alîyên din ev yeke pir baş pêşwazî kirin û lîsteya navan dan rêveberên Rûs. Demekî pir kêm ji bo civînê ma bû, Rûsya bi Erdogan re li hev kir û delegeyên Kurd venexwendin kongreyê. Ti hicet jî diyar nekirin û daxwuyanî jî nedan. Pîşt re lihevkirina wan ya bi rêveberiya Erdogan re zîvirî pêvajoya Astana. Pêvajoya Astana jî zivirî cepheya dijberên rêveberiya xweser. Li Sûrî herêma herî demokratîk û azad, erdnîgariyek berfireh li derveyî pêvajo hat hiştin. Çeteyên ku nasnameyên xwe nemane û yê ji aliyê Erdogan ve hatine avakirin, bi navê muxalefeta Sûrî birin hevdîtin ên Cênêv`ê, lê Kurdan û aliyên din derve hêştin. Her wiha qaşo li Astana ‘’serbixwebûna Sûrî û yekîtiya axa wî’’ dihat parastin.
Dagirkeriya dewleta Tirkan bi vî şêwazê hat meşrûkirin. Her wiha Tirkiye bû weke şirîkê Sûrî. Dagirkerî û êrîşê wan her roj zêdetir bû. Ev siyaseta Rûsya gelek zirarên mezin dan Sûrî, ji bo Kurdan jî encamên xirabker derxist holê.
Niha Tirkiyê dibêje: bi gîştî xeta sînor 30 km. bi kûrayî ezê ji Kurdan paqij bikim û herêma xwe ya ewlekarî min îlan kir. Hember vê me helwestek an jî daxwuyaniyek ciddî ya Rûsya nebîhîst. Hêzeke sereke yê ku Sûrî xerab kiriye Erdogan e. Hember artêşa Sûrî Artêşa azad ya Sûrî rêxistin kir. Dixwast rêveberiya Beşar Esed tasfiye bike. Herêmên ku dagirkiriye qirkirina netewî pêk tîne û amadekarî ya dagirkeriyên nû dike. Rûsya dibêje were ez we li hev bînim, û li ser Esed zext dike. Lê, yê ku hember Esed şer nekirine, yên ku ji bo Sûriyek ronahî kar dikin rêveberiya herêma xweser ji bo bi Esed re li hev bine çi hewldan nake. Berovajî vê ji bo Kurd û herêmên xweser tasfîye bibin û teslîmê Şam`ê bibin kar dike.
Weke tê zanîn Erdogan piştî êrîşa esmanî ya mezin, da xwuyakirin ku; ji bejahî jî êrîş bike. Ji bo vê asteke jor de amadekariyê xwe jî kiriye. Dijminayî ya Kurdan sînoran derbas kiriye û ji bo Kurdan derveyî mirin û hilweşandin vebijêrkek din nehêştiye. Lê heta Rûsya tevlî lîstokê nebe Erdogan nikare êrîş bike. Destpêkê divê qada esmanî bê vekirin. Rûsya qada esmanî vedike. Herêmên ku DYA hene jî rewş pir cûda nîne. Rûxmî vê jî Tirkiyê dizane ku, ji bejahî were hûndayîyek zêde wê bide. Çeteyan bide pêş û wana bide kûştin jî pirsgirêk çareser nabe. Destpêkê bi Rûsya û Şam`ê re hewl dide li hev were. Dibêje; ez ‘’heta doh alîgirê DAİŞ û îxwancîyan bûm. Ji bo Kurdan qetl bikin min wan bikar hanî. Kurdên ku nebûn dijminê te were em bihevre bibin dijminê wan’’ ji Esed’re dibêje ‘’min nekarî te bipelçikînim, min nekarî Kurdan xelas bikim, lê tiştek nabe were em bihevre Kurdan bixwin’’ di encam de baweriya Tirkiyê bi vê tê û dibêje; ji aliyekê ve ewê êrîş bike, ji aliyê din ve hêzên rêjîma Şam`ê êrîşê Minbic û Dêra Zor`ê bikin. Kurd nikarin her dû cebhêde bihevre şer bikin, ji ber wê herêmên ereban têkeve bin kontrola rêjîma Şam`ê. Bi vî şeklî pelçiqandina Kurdan wê hesan be.
Gelê Kurd û hêzên demokrasî yê Sûrî vê îhtîmalê dive ber bi çav bigrin. Ev plan jî erêkirin û alîkariya Rûsya nebe pêk nayê. Şam, destek ê Rûsya negre nikare vê plane bi ser bixîne. Ew kasî israrkirina Erdogan ji bo bi Esed re hevdîtin bike, ji ber wê ye. Tirkiyê jî tengav bûye, hilbijartin nîzîk bûye. Niha li ser hemû cûre hîle û komplo kar dikin. Hêza kû baweriya xwe pê tîne di serîde Rûsya ye!






