Rojnameya Ronahî

TI AGAHÎ JI RÊBER APO NAYÊ GIRTIN

SOZDAR DEMÎR

PKK’ê Duran Kalkan di hevpeyvînekê de diyar kiribû ku “CPT zîndana Îmraliyê bi rêve dibe” raste, ger ku ne wisaba ye, Çima CPT di vî alî de derew kirin? Di pişt vê perdeyê çi heye? Çi diqewime?

Bi salene ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan gel li ser piyane û bi çalakiyên cûda cûda banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Tam 24 sal in ku Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye. 12 salên destpêkê mafê hevdîtinê yê Rêber Apo hat astengkirin û di 24’ê Adara 2021’an û heta niha jî ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin, girtiyê siyasî yên din ên di girtîgeha Îmraliyê de ew jî weke Rêber Apo ji mafên xwe yên hevdîtinê bêpar in.

Herî dawî CPT di îlona 2022’yan de ragihand ku ew çûne Îmraliyê û wan bi Rêber Apo re hevdîtin kirin ye.  Lê belê di derbarê wê hevdîtinê de ti agahî bi raya giştî û ne jî bi kesê re nehat parvekirin. Ji xwe weke ku tê xuyakirin rapora CPT raporek tevilhev û ne zelal bû. Piştre hat goti ku Rêber Apo hevdîtina bi CPT re red kiriye. Eger ev rast be dibe ku, Rêber Apo di vê redkirina hevdîtina bi CPT’yê re xwestibe bide xuyakirin ku kesên ku ew bi wan re hevdîtinê bike ne CPT’ye, malbat û parêzerên wî ne. Ji ber ku li Îmraliyê çi dibe û çi diqewime ji xwe xeberê CPT jê heye û dizane, weke ku Endamê Komîteya PKK’ê Duran Kalkan di hevpeyvînekê de diyar kiribû ku “CPT zîndana Îmraliyê bi rêve dibe” raste, ger ku ne wisaba ye, Çima CPT di vî alî de derew kirin? Di pişt vê perdeyê çi heye? Çi diqewime? Ev nêzîkatiyên wisan ên CPT’yê dihêlekû fikarên me ên ji bo rewşa Rêbertî zêde bibin. Heger ku tiştek ji Rêber Apo were di destpêkê de CPT û dewleta Tirk a dagirker berpirsyarin û wê berdêlên wê ebeden ne hêsan be. Weke ku dibêjin “kêr gihaye hestî” êdî tehmûla gelê kurd û yê bi paradigmaya wî ve girêdayî, nemaye ku êdî rojekê jî bêyî Rêber Apo jiyan bikin. Ji bo azadiya Rêber Apo êdî li seranserî cîhanê dengek bilid heye û gelên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan û hwd. îro bi yek dengî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

 

Piştî evqas dengê ku ji welat û derveyî welat derdikeve jî hîna ji bo zelalkirina vê mijarê, CPT’yê ti daxuyanî neda ye û xwe li bêdengiyê datîne. Her roja ku agahî ji Rêber Apo nayê girtin fikar û hêrsa gelê Kurd û hêzên demokratîk mezintir dibe.

 

Dewleta Tirk a dagirker û CPT’î bi girankirina tecrîdê re dixwazin gel û Rêbertî ji hev qut bikin û fikrê Rêbertî yê ku îro buye hêviya hemû gelên cîhanê tine bike.

Lê li vir tiştekî ji bîr dikin ew e ku îro Rêber Apo tekane kese ku, aloziyên îro li tevahiya cîhanê rû didin re çareseriye û tekane rêya anîna aramiya hemû cîhanê ye. Îro ev fikir bûye hêvîyek û hemû gel xwe têde dibîne