Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Durûtiya Ewrupayê

18/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya meha Gulanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Dîsa di 13’ê de, Komisyona Yekîtiya Ewrupayê (KYE), biryarek nuh standiye ku 220 milyon dolar bidin dewleta qirker û faşist a Tirk.

Li gor biryara wan a berê, ji bo vê dewleta  kujera gelê Kurdistanê, di sala 2022’an de wê 1.2 milyar dolar destekê bidin.

Jixwe li gor biryara wan a 2021’ê, divê 3 milyar dolar bidin vê dewleta mirovkuj.

Sedemê vê destekê jî wisa nîşan didin, xwedê giravî him ji bo jiyana koçbera û him ji bo misogerkirina ewlehiya sînorên dewleta Tirk ji “terorist”an e!

Bêgûman ev herdu sedem jî ne rast in. Ya rast ew e ku; ji bo parastina rêveberiya faşist û dagirker a R.Erdogan û D.Bahçeli ye, da ku baştir berjewendên dewletên Ewrupayê biparêzin û ew koçberên ku bi giranî yên Rojava û Sûriyeyê derbasî Turkiyeyê bûn e, qene derbasî Ewrupayê nebin.

Divê “mafê” vê rêveberiya kujer jî neyê paşçavkirin, ji ber ku vî erk û peywira xwe ya nokeriya YE’yê û DYE’yê û heta nokeriya Rûsyayê jî, bê qusûr pêk tîne!

Bêgûman, yê ku herî giran zerar û ziyan dîtiye û dibîne, yê ku hatiye kuştin, êş kişandiye, ketiye zîndanan, koçber bûye, talan û wêran bûye, gelê Kurdistanê ye. Taybet jî gelê me yê Rojava ye.

Durûtiya van dewletên hegemon û desthilatparêz ewin yên ku dibêjin; “Em mafên mirovan diparêzin, em aramî, aşitî û demokrasiyê û hwd. Dixwazin in”

Bê şerm aşkere dibêjin “ewlekariya sînorên dewleta Tirk giring e û mafdar e ku ewlehiya xwe biparêze” û hwd. Jixwe ew J.Jeffre’yê nûnerê DYEyê ku niha li Tirkiyeyê aqilmendiyê ji R.Erdogan re dike, dibêje; ”Bejayî nekevin Rojava, belê bi taybet li cihên giring bixin”…

Ewlehiya gelê Kurdistanê-Rojava li kuderê ma? Ma gelo ew ne mirov in, ma we mafên mirovan(xwedêgiravî bêferq û cudahî) ne diparastin?

Ka em, topbaran û bombebaranên wan ên li ser gund û bajar û bi giştî li ser mirovên welatê me bidin rexekê, ma gelo astengiya AVA ELOKÊ jî hûn nabînin, nabihîzin û hûn qet şerm jî nakin? Her wiha ewqas çekên kimyewî û xazên jahrî yên tên bikaranîn jî, hûn nabînin?!

Guh û çavên xwe, li êrîşên dijî mirovahiyê girtine, nabihîzin û nabînin. Xema wan tinê ewlehiya dewleta Tirk û dewletên wan in. Mirovparêzî û demkorrasiya wan  jî ewqas e!

De wa ye, ew qirêj û gemara di nava rêveberiya Tirk de ya ku nav û dengê wê gihiştiye erd û ezmanan, gihişt Parlemena wan a herî bilind PE’yê . Li gor nûçeyan, ji 5 endamên PE’yê, ji ber bertîlxwarinê/gendeliyê lêpirsin hatiye despêkirin û ji kar hatine avêtin. Ka kengî dawî li van polîtîka û karên kirêt û neqenc tê ne diyar e(xwedê zane!).

Bê gûman, ev siyaset û kiryarên dujminên mirovahiyê, li hêviya xwedê an jî li hêviya dilrehmiya kûjeran nayên hiştin.

Divê yên zulum li wan tên, ên mafên wan tên xwarin, bi kurtayî yên mezlûm, bi taybetî jî gelê me yê Kurdistanî, ji bo rizgarbûn û azadbûna xwe, him netewî him navneteweyî, rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.