Rojnameya Ronahî

Jîngehparêzên Balekayetî dest bi çandina darên berûyan kirine 

 

Ji bo cihê wan ziyanên ku bi daristanên xwezayî yên devera Balekayetî gihane dagirin, jîngehparêzên deverê gelek pêngavên ji bo parastina jîngehê dane destpêkirin. Yek ji van pêngavan jî ewe ku li şûna her darek hatî birîn yan jî şewitî du berûyan biçînin.

Ji ber birîn û şewitîna daristanên devera Balekayetî bi taybetî jî darên berû, ziyanek mezin bi jîngeha deverê gihaye. Kêm jî be, ji bo cihê vê ziyanê were dagirtin jîngehparêzên deverê pêngava bi navê ‘Li şûna her darek hatî birîn du darên berû diçênîn’ hatiye destpêkirin. Di çarçoveya vê pêngavê de heta niha bi hezaran berû û şitlên dara berû, dara sinawber û darên tû hatine çandin.

Yek ji çalakvanên jîngehparêz Şiwan Resûl ku bi xwe tevlî pêngavê bûye axivî û got: “Ziyanek mezin bi jîngeh û xwezaya deverê gihaye. Ev jî di encama birîn û şewitînê de çêbûye. Ji bona wê wek komek jîngehparêzên bajaroka Qesrê bi hemahengiya jîngehparêzên Çomanê me dest bi pêngava çandina şitlên dara berû, dara sinawber û dara tû kiriye.”

Şiwan derbare armanca wan a vê pêngavê de jî got; “Armanca me ji bilî şînkirina deverê, yek jî armancên me ya sereke jî ewe ku em xelkê deverê hişyar bikin daku êdî daran nebirin û ziyanê bi jîngehê negihînin. Jîngeh dilê mirove û mirov nikare bêy dil bijî.”

Jîngehparêzê bi navê Ferhad Ehmed jî got, “Îsal cûdatir ji salên din rêjeyek gelek zêde ya darên xwezayî hatine birîn. Bi taybet dara berû. Yek ji sedemên vê yekê jî ewe ku sotemeniya pêwîst bi gel nayê dayîn û nirxê wê jî gelek zêde ye. Ji bona wê welatî darên ter dibirin, vê yekê jî ziyanek mezin bi jîngeha deverê gihandiye.”

Ferhad diyar kir ku îsal ev duyemîn pêngava wan çandina berûyane li Qesrê û Çoman lidar dixin. Ferhad got, “Armanca me ji vê yekê ewe ku em cihê wê ziyana ku bi jîngehê gihaye dagirin ku di encama birîn û şewitînê de pêkhatiye.”

Li Balekayetî îsal di navbera 15 ta 20 hezar darên berû hatine birîn, sala borî jî li deverê ji bo xwe germkirinê welatiyan nêzî 10 hezar darên berû birîbûn.

Rûberê devera Balekayetî zêdetirî 8 hezar 500 kîlometre çargoşeye. Ji vî rûberî zêdetirî 500 kîlometre çargoşe daristanên xwezayî ne ku ji sedî 94’ê van daristanan ji darên berû pêktê.

ROJNEWS