Rojnameya Ronahî

Hûnera hêz û lêgerîna azadiyê

 

 

Stranbêja ciwan Rehef Zilfo behsa jinên hunermend kir û got, jinên hunermend bi hestên xwe yên hunerî xwedî bandor û nirxên hêja ne, îsrar. Herwiha di hûnera jinê de hêz û lêgerîna azadiyê heye.

Stranbêja ciwan Rehef Zilfo ya di xebatên Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hûnerê de cih digre, di derbarê xebat û berhemên Hîlala Zêrîn, rêwîtî, armanc û xeyalên xwe yên avakirina orkestrayeke jinan ji ajansa JINHA re, axivî.

‘Piştgiriya dayîka min bû roniya xeyalên min’

Rehef Zilfo di derbarê rêwîtiya xwe ya ji zaroktiyê û piştgiriya dayika xwe axivî û got: “Di zaroktiya xwe de ez ne di wê têgihîştinê de bûm ku stran çi ye yan jî hunermendî çi ye? Dayika min rê li ber min vekiri bû ku ez jêhatiniya xwe kifş bikim. Malbata min ji hemû aliyan ve bi min re bû alîkar û derfet ji min re pêşkêş kirin. Ev derfetên heyî bûn alîkar ku ez li derdora 8 salan di komeke xweser de li bajarê Amûdê cih bigrim. Xeyal û armancên min bi vê yekê nesekinîn, min berê xwe da fêrbûna amûrên muzîkê; perwerdeyek pispor a bi deng li Tevgera Hîlala Zêrîn a Çand û Hunerê. Heta niha jî ez di vê riyê de berdewam dikim û wekî endam di nava Tevgera Hîlala Zêrîn de cihê xwe digirim.”

‘Stranên gelêrî û kevneşopî bingeha civakê ne’

Rehef Zilfo da zanîn ku stranên gelêrî û kevneşopî bingeha hûnera civaka wan e û axiftina xwe wiha domand: “Meyla min piranî li ser stranên gelêrî û kevneşopyê ye. Ji be ku bingeha rastiya civakê me bi rêya van naskiriye. Herwiha ez gelek ji dengbêjiya resen û gotina kilaman hez dikim lê, mixabin dengê min têrî nake ku ez bi dengekî bilind û çiyayî stranan bibêjim. Girêdaneke xurt a çand û dengan li tevahî cîhanê heye, em jî hewl didin ku di xebatên xwe de hemû reng û çandan bi hev re bihûnin.”

‘Îsrar dihêle ku hemû zehmetî derbas bibin’

Rehef Zilfo destnîşan kir ku îsrar û îrade dihêle hemû zehmetî derbas bibin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema ku mirov karekî dike ango berhemek pêşkêş dike, wê hin kes bibin destek û hin jî li dijî te derkevin. Lewma pêwîst e ku mirov xwedî îsrar be da ku hemû zehmetî û astengiyên li pêşiya xwe derbas bike.”

 ‘Berhemên me ji bo şoreş û doza jinan e’

Rehef Zilfo bal kişand ser berhemên wan ji bo şoreş û doza jinan li her çar aliyên Kurdistanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hestên jinên hunermend kûr û herikbar in û bi derdora xwe hîs dike. Dema ku jinek rastî îşkenceyê were, jina şanoger êşa wê jinê hîs dike û li ser şanoyekê çê dike, yan jî di govendekê de senaryoyêkê diafirîne. Her straneke ku tê gotin, peyamek û armancekekê xwe heye û ev yek bi riya hunerê ragihandina civakê hêsantir e. Stranbêjên jin, ji bo şoreş û doza azadiya jinê gelek berhem pêşkêş kirin e; li ser şehîd û lehengên şoreşa me ya Rojavayê Kurdistanê stran hatin çêkirin. Her wiha ji bo berxwedana gerîla ya li ser çiyayan klîp hatin çêkirin. Li her çar aliyên Kurdistanê doz û armanc heman e. Em hemû, heman êşê dikşînin lewre, dema em berhemek pêşkêş dikin tevahî gelê Kurd digrin dest.”

‘Piştgiriya me ji Şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê re heya dawi ye’

Rehef Zilfo diyar kir ku şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê pir bi wate ye her wiha piştgiriya xwe ji vê şoreşê re teqez kir û got: “Ji bo şoreşa Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi derfet û tiştên heyî em piştgiriya bi rêya hûnerê pêşkêş dikin. Destpêkirina vê şoreşê ji bo me pir bi wate ye. Me xwest ku em wekî jinên ciwan berî her kesê, bi dengê xwe destek û pişgirî bidin şoreşa li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û li ser vî esasî me klîbek bi navê ‘Jîna Emînî’ derxist. Em dengê xwe tevî dengê jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin û dibêjin ku azadiya hemû jinan bi hev ve girêdayî ye.”

‘Ez ê rêwîtiya xwe ya hunerî her dem berdewam bikim’

Rehef Zilfo bi rêzkirina van xeyal û armancên xwe yên pêşerojê, wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Xewn û xeyalên min di nava hunerê de cih digrin, ez ê vê rêwîtiya xwe ya hunerî her dem berdewam bikim. Xeyalên min ji bo koma me ya Hîlala Zêrîn jî hene, armanca me ew e ku em di demên pêş de orkestraya jinan ava bikin da ku wekî jinên ciwan ên hunermend cihê xwe tê de bigrin. Peyama min jî ji bo tevahî jinan ew e ku li pey hêvî û armancên bez bidin û tu carî serî li pêşiya astengiyan netewînin.”

JİNHA