Fener…
Idrîs Henan
Birçîkirin yek ji çekên di dirêjahiya aloziya Sûriyê de, bi awayekî kirêt hatiye bikaranîn e. Hikumeta Şamê û hevalbendên wê û çeteyên bi navê rikberiyê, bi vî rêbazî tevgeriyan e. Di encama vê rêbaza dermirovî ya herdu aliyan de, bi hezaran mirov li ber rûyê cîhana kerr û lal, jiyana xwe ji dest dan.
Ev yek di sedsala 21’an de ku dengê peymanên mirovî yên navneteweyî bilind dibin, pêk tê! Mirov ji ber birçîbûnê dimirin. Eger pirsgirêka bingehîn a mafê mirovan ne ev be, wê çaxê çawa pêşketin û paşverûtiya welatan tê darizandin?
22’yê Reşemiya 2014’an, NY biryarek komî girt ku ji bo alîkariyên mirovî rê vekin û gef li rejîmê xwar ku vê biryarê pêk bîne. Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) di 29 ‘ê Kanûna 2015’an de ragihandibû ku nîvê nifûsa Sûriyeyê di sala 2015’an de rastî xelayê hatiye. Li gorî daneyên wê demê, piraniya sivîlên jiyana xwe ji dest dane zarok, kal û pîr bûn. Raportên wê demê derketine digotin ‘bi sedan kes ji ber dorpêç û xelayê li herêmên Dûma, Medaya, Hecer Eswed, Miedemiyêt Elşam, Gotaya rojhilat, Misrab, Zebedanî, Cober,… hwd herêmên ku rejîma Sûriyê dorpêç kirine û şêniyên wê rûbirûyî mirinê hiştine, jiyana xwe ji dest dane. Li Dêrazorê jî ji ber dorpêça çeteyên DAIŞ’ê gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan.’
Dorpêçkirina hikumeta Şamê bûye sedem ku xwarin û kelûpelên tipbî biqedin û ev jî bû sedema belavbûna nexweşiyên kujer di nava welatiyan de. Çalakvanan wê çaxê tekez kirin ku “Hejmareke mezin ji malbatan debara xwe ya rojane tune bû û di encama polîtîkeyên birçîkirin û dorpêçê de, ku desthilatdariyê ferz kiriye da ku van herêman li ber çav û guhên civaka navdewletî bîne ser çokan, li ser bermahiyên xwarinê dijîn.”
Ji deh salan û vir de, ango, di dirêjahiya aloziya vî welatî de ti kesî qala dorpêç û siyasetên piralî yên birçîkirinê yên li ser herêmên Kurdan hatine ferzkirin nekiriye. Heman siyaset bi rengekî koordînekirî di navbera mêtingeran de li hemû beşên Kurdistanê têye ferzkirin. Bi milyonan însan li ber rûyê cîhaneke bê şerm, di dilê Hîlala Zêrîn de, hêdî hêdî rûbirûyî mirinê ne. Îro jî di şexsê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet Şehba û Helebê de, ev siyaset gihaye lûtkeyê. Hêzên hikumeta Şamê û bendên wê yên kontrolê, rê nadin pêdiviyên jiyanê; madeyên bingehîn û xazê ku derbasî taxên Heleb û Şehbayê bibin.
Di bingeha vê tevgera hikumeta Şamê ya ferzkirina dorpêça li ser sivîlan de, beşek tevgera hikumetê ya derxistina tevliheviyê ye. Hewl dide kirîzên jiyanî ku di herêmên di bin serweriya wê de ne derxîne derve û kirîzên din li herêmên derveyî kontrola wê derxîne ku aloziyên xwe yên bingehîn binixumîne. Wiha li her dera Sûriyê serweriya xwe ferzkiriye û bi koordîneya bi dagirkeran re li ser erdê tivî kiriye. Îro jî carek din berê xwe daye Şehba û Helebê ku bi lihevkirinên şênber û razber bi êrişên faşîzma Tirk û bi çavdêriya Rûsya, Îran û bêdegiya navdewletî ev siyaset li dijî jiyana bi sedhezaran mirovan tê birêvebirin. Lê vîna li van herêman tê raberkirin baş xuya dike ku; çawa vê siyasetê deh salan û vir de nekariya bandorê li vîna hebûn û jiyanê bike, ji vir û pê ve jî wê nikaribe tesîreke wisa bike. Gelên herêmê bi çalakiyên xwe yên cuda cuda, rojane nameyên xweragirtinê û berxwedanê diyar dikin. Eger bi tarîtî yan birçîtî be, hûnê nikaribin gelekî vîna xwe ji landika ramanên azad mêjandiye, têk bibin.






