Rojnameya Ronahî

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin

Navenda Nûçeyan

Serhildanên  Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dikin. Rêxistina Efû ya Navneteweyî ragehand ku metirsiya darvekirinê li ser 26 kesên ku di dema xwepêşandanan de hatine girtin heye.

Doh 3 meh di ser destpêkirina serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de derbas bûn, serhildan her ku diçe berfirehtir dibe , her wiha îrdeya xwepêşanderan jî xuretir dibe.

Di 16’ê vê mehê de jî gelek xwepêşanderên ku li ser destê rêjîmê hatin e qetilkirin di çileya xwe de hatin bîranîn û çalakiyên berfireh li dijî rêjîma Îranê Îranê hatin lidarxistin.

16’yê Kanûnê li bajarê Dêwlan ya ser bi parêzgeha Sine ve welatiyê bi navê Şadman Ehmed ê ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hate qetilkirin, bi merasîmekê hate bîranîn. Di merasîman de  bi dehan kes beşdar bûn û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Kurdistanê goristana faşîstan’ qêriyan.

li bajarê Zahîdan jî piştî nimêja Înê meşek girseyî hate lidarxistin. Xwepêşanderan bê navber dirûşmeyên dijî rêjîma Îranê qêriyan, di xwepêşandanê de hejmarek zêde ya jinan hebûn. Xwepêşanderan cezayên darvekirinê şermezarkirin û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Li bajarê Merîwan jî  jinên ciwan bi xwepêşandanekê  kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin bîranîn. Li bajarê Êze cenazeyê jina bi navê Sonya Ferhadî ku di xwepêşandanên zanîngeha Ehwaz de hatibû revandin, piştî 8 rojan li nêzî robarê Karwan cenazeyê wî hatibû dîtin, hate veşartin.

Herwiha li bajarê Tahranê jî  merasîma çileya welatiyê bi navê Elî Ruzbehanî pêkhat. Xwepêşanderên bi navê  Ferzîn Meruf û Elî Xuşkarbeya jî ku li ser destê rêjmî hatbûn qetilkirin , li ser gorên xwe hatin bîranîn.

 

Li gorî daneyên Ajansa Herana heta niha di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de herî kêm 490 kes hatine kuştin. 18 hezar û 426 kes hatin girtin. Ji wan kesên hatine girtin 638 xwendekarên  zanîngên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne.

Doh Rêxistina Efûya Navneteweyî (Amnesty International) têkilarî darvekirinên ji aliyê rejîma Îranê ve hişyarî da û ragihand ku metirsiya darvekirinê li ser 26 kesên ku di dema xwepêşandanan de hatine girtin heye. Rêxistinê eşkere kir ku herî kêm metirsiya darvekirinê li ser 26 kesên di dema raperîna li dijî rejîma Îranê de hatine girtin de heye. Ji vane cezayê darvekirinê li 11 kesan hatiye birîn û bi 15 kes jî bi sûcdariya, “xerabkariya li ser erdê” yan jî “serhildana çekdarî ya li dijî dewletê” û “Şerê li dijî xwedê” tên gunebarkirin û dixwazin pê ceza bikin, hîn pêvajoya dadgehkirina wan berdewame. Rêxistinê eşkere kir ku Komara Îslamî ya Îranê, cezayê darvekirinê, weke amûrekî ji bo çewisandina siyasî ya belavkirina tirs û dawîlêanîna raperîna gelenperî bîne ye. Herwiha bang li serdozgeriya Îranê dike ku rê li pêşiya cezakirina welatiyan bide û pîvanên dadwerî yên navneteweyî ji bo zarokan pêk bîne.