Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çalakiyên Gerîla bênavber dewam dikin

17/12/2022
in NÛÇE
A A
Çalakiyên Gerîla bênavber dewam dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

HPG’ê ragehand ku di encama çalakiyên hêzên wan de leşkerekî dagirker ê dewleta Tirk hate cezakirin. Herwiha termalek û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate rûxandin û derb li çeperekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan de dagirkerek hate cezakirin, pergaleke kameraya termal û ya mobeseyê hate rûxandin. Herwiha di çalakiyan de derb li çeperekê hate xistin. HPG’ê ragehand ku artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi balefirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kir.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê, 16’ê Kanûnê saet 15:30’an de, dema ku dagirker ber bi çeperên ber şer ên berxwedanê ya nêzî herêma Çemçoya Şêladizê ya Amêdiyeyê ve hatin, hêzên wan bi taktîka sabotajê li dagirkeran dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

Herwiha HPG’ê da xuyakirin ku di 16’ê Kanûnê saet di 08:30, 10:30 û 11:30’an de li derdora gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên wan yên gerok 3 caran bi çekên giran li dagirkeran dan. Saet 14.00’an careke din bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperekê hate xistin.

HPG’ê da xuyakirin ku di 16’ê Kanûnê saet 16.00’an de pergaleke kameraya termal û ya mobeseyê ya ku dagirkeran li qadên berxwedanê yên gerîla yên li derdora gundê Sîda yê girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê bi cih kiribûn, ji aliyê tîmên wan yên gerok ve hatin rûxandin.

HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk yên ser qadên gerîla wiha got: “Di 16’ê Kanûnê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û herêma Ava Lolanê ya Xakurkê 4 caran bi balafirên şer hatine bombekirin. Di 16’ê Kanûnê de Girê FM, Sîda û Qada Berxwedanê ya Çemço bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.