Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rejima Îran’ê her roj ciwanekî bidarve dike

14/12/2022
in NÛÇE
A A
Rejima Îran’ê her roj ciwanekî bidarve dike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Rejîma Îranê piştî darvekirina Mohsen Şekarî, serê sibeha 12 mehê ciwanê bi navê Mecîd Riza Rehneverd jî darve kir.  

Çalakiyên ku li Tehranê piştî kuştina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de dest pê kirin, nêzî 3 meh in dewam dikin. Li hember çalikvanan rejîma Îranê bi guleberdana rast e rast nêzî 500 kesan kuştin, bi hezaran kes birîndar kirin û 18 hezar kes binçavkirin ji berk u nikare pêşî li çalekiyên gel bigire, dest bi darvekirina çalekvanên girtîkirin. Êdî her roj ciwanekî bi darvedike û dixwaze bi “sûcê şer” çavegelbitirsîn e.

Piştî darvekirina Mohsen Şekarî yê 23 salî ya di 8’ê mijdarê de, ciwanekî din jî hate darvekirin. Li Meşhedê, ku navenda rêveberiya Eyaleta Xorasana Razevî ye, ciwanê bi navê Mecîd Riza Rehneverd li meydaneke ku komeke mirovan lê hate komkirin, hat darvekirin.

Di 17’ê mijdarê de li Kolana Heremelî ya Meşhedê du endamên Besicê (polîs) hatibûn kuştin. Îdianameya derbarê Mecîd Riza Rehneverd ê ku di 24’ê mijdarê de bi hinceta tevlî vê çalakiya ku polîs tê de hatibûn kuştin bûbû, hatibû binçavkirin. Ev di 29’ê mijdarê de hat qebûlkirin. Mecîd Riza Rehneverd li pêşberî kamerayan hate darizandin. Piştî şahidiniya polîs û çend kesan a li ser roja bûyer qewimîn, di encama darizandineke bilez de Mecîd Riza Rehneverd ê ji kuştina 2 kesan û birîndarkirina 4 kesan berpirsyar dihate dîtin, bi îdiaya “sûcê şer” kiriye cezayê darvekirinê lê hate birîn.

Dadgehê her wiha biryar da ku Mecîd Riza Rehnever li ber çavên mirovan li qadekê were darvekirin.

Piştî ku Dadgeha Bilind jî biryar pejirand, Mecîd Riza Rehneverd serê vê sibêha 12 Kanûnê li qadeke ku komeke mirovên Meşhedî lê hatin komkirin, hate darvekirin.

Peywîrdarên di saetên serê sibê de li malbatê geriyan, ragihandin ku Mecîd Riza Rehneverd piştî hate darvekirin hatiye veşartin.

Serdadgerê Xorasana Ravezî Xulamelî Sadeqî piştî înfazkirina cezayî, ji bo îstîxbarat, polîs û endamên darazê bilez tevgeriyan spasiyên xwe pêşkeşî wan kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.