Rojnameya Ronahî

Çalakî û operasyonên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên DAIŞ’ê berdewamin.

Navenda Nûçeyan

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama  çalakiyên hêzên wan de 2 çeteyên dagirker hatine kuştin. Li aliyekî din jî QSD’ê ragehand ku di encama Operasyonên Yekîneyên Antî Terorê de, Serçeteyê DAIŞ′ê û du çete hatin girtin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê diyar kirin ku li hemberî êrîşên hovane yên dagirkeriya Tirkî yên ser herêmê, hêzên wan li gelek herêman çalakiyên bersivdanê yên bi bandor lidar xistine.

 

HRE’ê da daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan di 4’ê Kanûnê de li herêma Ezazê li dijî baregeha ‘Polîsên Taybet’ ên dewleta Tirk çalakiyek lidarxistin û di encama vê çalakiyê de wesayiteke dagirkeran hatiye îmhakirin û 2 polîs jî birîndar bûne.

 

HRE’yê da xuyakirin ku di 6’ê Kanûnê de jî, hêzên wan li herêma Babê bi rêbaza sekvaniyê çalakiyek lidarxistin û di encamê de çeteyekî dewleta Tirk hatiye kuştin.

 

HRE’ê da zanîn ku di 7’ê Kanûnê de, hêzên wan li herêma Marê di çalakiya sekvaniyê de çeteyekî dagirker kuştiye.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) da xuyakirin ku çalakiyên hêzên wan ên bersivdana li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker wê dewam bikin.

 Serçeteyê DAIŞ′ê û du çete hatin girtin

Li aliyekî din Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD′ê) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de ragehand ku di encama operasyona hêzên wan de, li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa Holê û girtîgehan bikin, girtin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de got, bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞ′ê ketin tevgerê û hewl da êrişên êrişên terorê dijî deverên cuda wekî Dêrazor, Hol û Til Hemîsê pêk bînin.

Hate ragehandin ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li dijî cihên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şaneyên DAIŞ′ê xwe lê vedişartin, 3 operasyon pêk anîn, di encama van operasyonan de jî serçeteyekî DAIŞ′ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst yên ku hewl didan êrişî kampa Hol û girtîgehan bikin, hatine girtin, gelek çek û cebilxaneyên bi wan re jî hatine desteserkirin.

QSD`ê d daxuyaniya xwe de ragehand ku di encama operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til Hemîs û Dêrazorê hatine lidarxistin gelek çek hatine desteserkirin. Çekên ku hatine desteserkirin jî wiha ne:( Kilaşînkov: hejmar 1, dabança: hejmar 1, bombe; hejmar 2, dûrbîn; hejmar 1, rext; hejmar 4, gelek carcûr û cebilaxane, mîqdareke madeyên taqemeniyê û hejmareke telefonên destan).