Rojnameya Ronahî

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê diwam dikin

 

Navenda Nûçeyan

Li hemberî şidet, girtin, kuştin û darvekirina xwepêşanderan, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildana gelan bênavber didome.

Ji ber kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, ji 16’ê Îlonê ve heta niha gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê  ji kolanan venekişya ye. Xwepêşandan li  dijî pergala desthilata Îranê roj bi roj çalakiyên xwe berfdirehtir dikin. Tevî ku rêjîma Îranê li hemberî xwepêşanderan girtin, işkencekirin û kuştinê dike jî, xwepêşanderer gavê bi paşve navêjin û serhildan dewam dikin.

Piştî belavbûna agahiyên darvekirina hin xwepêşanderan ji aliyê rêjîma Îranê ve,  xelk li her cihî daketin kolanan û çalakî li dar xistin. Darvekirina xwepêşanderê bi navê Muhsîn Şikarî, hem li nav Îran hem jî dervey Îranê bû sedema nerazîbûnan.

Di 9’ê Kanûnê de Li bajarê Îranê Zahîdan bi sedan kes daketin kolanan û dijî rêjîma  Îranê meşiyan. Jinan di meşê de bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind kirin.

li gundê Zêwke ya bajarê Pîranşarê jî, merasîma çileya xwepêşanerek bi tevlîbûna malbat û welatiyên gund li dar ket. Li bajarê Dereşar ya Îlamê jî bi şev welatiyan agir berdan wêneyên rayedarên Îranê.

Herwiha li bajarên Çebehar, Xaş, Zehek, Îranşar ya parêzgeha Sîstan û Beluçistanê, çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin. Li Kirmaşan meşek bêdeng hat lidarxistin, lê hêzên Îranê êrişî xelkê kir û gelek kes birîndar bûn. Li gelek herêmên Tahranê jî bi pêxistina muman û çalakiyên cuda, welatiyan nerazîbûna xwe ya dijî darvekirina Muhsîn anîn ziman.

Herwiha di 9’ê Kanûnê de li bajarê Dehgulan ya Rojhilatê Kurdistanê ciwanê bi navê Şademan Ehmedî, piştî hatibû destgîrkirin bi êşkenceyê hatibû kuştin. Dayîka hunermend Saman Yasîn yê ku hatiye girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir da ku ji bo betalkirina cezayê darvekirinê bikevin nava liv û tevgerê.

Ji ber girava giştî ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, piraniya dikandarên bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê derabeyên dikanên xwe girtin û piştevanî dabûn grevê. Ji ber wê hêzên rejîmê avêtin ser gelek malan û gelek dikandar destgîrkirin û li navenda Îtilatê bi tundî êşkence li dikandaran kirin. Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku 8’ê Kanûnê hêzên emniyetê ya ser bi rejîma komarî ya Îslamê ketine nava hewldanan êşkencekirin û biçûkxistina welatiyan. Hêzên rejîmê nêzî 20 kesên ku destgîr kiribûn, simbêl û porên wan qusandibûn.