Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: Dagirkeran 150 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir

11/12/2022
in NÛÇE
A A
HPG: Dagirkeran 150 caran bi çekên kîmyewî êrîş kir
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

 HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyên hêzên wan de 2 dagirker hatin cezakirin û got, artêşa Tirk a dagirker di navbera 7 û 9’ê Kanûnê de herî kêm 150 caran çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên kîmyewî bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi da xuyaniyekê diyar kir ku operasyona dagirkeriya berfireh a ku artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Nîsanê li dijî berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê daye destpêkirin, bi ser neketiye û negihiştiye armanca xwe.

HPG’ê ragehand ku artêşa dagirker a ku nikare xwe ji çalakiyên bi bandor ên gerîla biparêze û derbeyên giran dixwe, sûcên şer didomîne û çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha dewam kir: ” Her çendî ku artêşa Tirk bombeyên qedexe û çekên kîmyewî bi kar tîne, bi belgeyan hatiye îspatkirin jî wezîrê şerê taybet Hûlûsî Akar bi durûtî sûcên xwe yên şer red dike jî, artêşa faşîst li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne. Di 7, 8 û 9’ê Kanûnê de tenê çeperên şer ên Şehîd Botan ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê herî kêm 150 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin. Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker; 5 caran bi balafirên şer, 10 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, hawan, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kiriye”.

HPG’ê da xuyakirin ku di encama çalakiyên hêzên wan de 2 dagirker jî hatin cezakirin û wiha got: “9’ê Kanûnê saet 11:00 û 13:10’an  li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, dagirker ji aliyê tîmên me yên gerok ve bi çekên giran hatin gulebarankirin û 2 dagirker hatin cezakirin. 9’ê Kanûnê di navbera saet 08:10-10:20’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê 3 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. 9’ê Kanûnê saet di navbera 13:30 û 16:30’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên gerok 4 caran bi çekên giran li dijmin dane. 9’ê Kanûnê danê êvarê dema ku helîkopterên Skorsky xwestin leşkeran deynin Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên gerok 2 caran li helîkopterê dan. Piştî lêdanê helîkopter neçar man ji qadê derkevin.”

 

HPG’ê da xuyakirin ku ji 7’ê Kanûnê heta 9’ê Kanûnê çeperên şer ên Şehîd Botan ên Qada Berxwedanê ya Çemçoyê herî kêm 150 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî yên li dijî çeperên şer ên Şehîd Botan hê jî didomin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.