Rojnameya Ronahî

`Şoreşên ku bi jinê dest pê dikin dawiya wan serkeftine`

 

Rojbîn Zagros/Dirbêsiyê

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê dan zanîn ku şoreşa jinê, ne şoreşeke demkî ye, şoreşeke bi armance û bêyî van armancan bi dawî nabe. Herwiha gotin, ji ber ku şoreşa rojava û rojhilatê Kurdistanê bi jinan dest pê kir, dê bi serkeftinê bi dawî bibe.

Piştî kuştina Jîna Emînî ya bi destê polîsên rejima Îranê, li hember bêedaletiya rejîma desthilatdar ya Îranê, li rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildanên mezin pêk hatin û hê jî berdewam in. Jîna Emînî bû çirûskeke serhildanên jinan li dijî hemû sîstemên dîktator û jinên li Rojhilat û Îranê dengê qêrîna xwe ya li dijî zilma sîstema dîktator ya zilam, gihand hemû cîhanê. Ev serhildana bûn hêviya tekoşîna azadiya jinê û teybet li Rojhilata Navîn. Herwiha ev serhildane bi diruşmeya `Jin, Jiyan, Azadî` bu roniya tekoşîna gelên azadixwaz ya li dijî sîstema dewlet ya ku bi desthilata zilam tê rêvebirin.

Rejima Îranê di bin navê islamê de zilm, tundî, êş û îşkence li ser jinan û gel dide kirin. Di bin navên ol de, jin tên qetilkirin û tundî li ser wan tên kirin. Herwiha ji bo astengkirina rola jinan û bêparhiştina wan ji mafên wan, qanûnên giran danîne. Ji bo wê jî jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî vê sîstemê û bi hêrsa kuştina Jîna Emînî, dest bi xwepêşandanên bi dirûşma ‘Jin, jiyan, Azadî` kirin. Zêdetirî du heyva ye xwepêşandan li Îran û Kurdistanê berdewam in. Her ku diçe xwepşandan belav dibin û têkoşîna jinan xurtir dibe. Ji bo wê jî serhildan bi pêşdikeve û ber bi Şoreşa Jinê ve diçe. Jin bi rêya vê serhildanê û têkoşîna xwe ya domdar, wê serkeftinê bi dest bixin.

Ji ber ku jinên rojavayê Kurdistanê bûn mînaka tevayiya Cîhanê, her kes hêza xwe ji wan digre. Li Afganistanê jî jinan diyar kirin ku hêza xwe ji jinên Rojava girtine, niha jî  Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê têkoşîna xwe ji şoreşa jinan ya li Rojava digirin û dixwazin sîsetmekê demokrat û wekhevî li ser pergala Netewa Demokratîk ava bikin. Da ku xwe û hêza xwe tê de îfade bikin. Ji bo wê jî hemû  tekoşerên azadiya jinê dibêjin; ‘serhildanên ku niha li rojhilatê Kurdistanê hatine despêkirin berhema şoreşa Rojava ye’.

Derbarê xwepêşandanên li Rojhillatê Kurduistanê û Îranê, herwiha têkoşîna jinan li wir, şêniyên bajarê Dirbêsiyê ji me re axivîn.

`Xwepêşandan û têkoşîna jinan berdewamiya têkoşîna bi sala ye`

Welatiya bi navê Zeyneb Elî diyar kir ku serhildanên bi pêşengiya jinan li rojhilatê Kurdistanê ne serhildanekê nû ye û axaftina xwe wiha domand: “Serhildanên li rojhilat berdewam dikin, temamkirina şoreşa jinê li her çar parçeyên Kurdistanê ye, bi taybetî jî li Rojava. Herwiha berdewamiya rêya şehîdên mîna Sakîna Cansiz û rêhevalên wê yên ku ji bo nifşên paşerojê bûn ronahî ye. Ji bo wê jî rêya şoreşê, têkoşîn azadiya ji bo jinên kurd ne tiştek nû ye, bi sala ye jinên kurd li ser vê riyê têkoşîn kirine, heta ku gihîştin asta şehadetê. Ji bo wê jî tevayiya xwepêşandan û têkoşîna jinan berdewamiya têkoşîna bi sala ye.”

`Azadiya civakê bê azadiya jinê çênabe`

Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de got, Têkoşîna jinên Kurd li ser bingehê fikir û felsefeya şoreşgerî ya ku ji felsefeya Rêber Abdullah Ocalan hatiye ava bûye. Herwiha ev fikir girîngiyeke taybet û mezin daye azadiya jinê û diyar kiriye ku azadiya civakê bê azadiya jinê çênabe. Ji bo wê jî Rêbertî di pirtûkên xwe de banga azadiya jinan kiriye, da ku bi rêya jinê civak jî azad bibe.

Welatiya bi navê Zeyneb Elî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Weke welatiyên Rojava emê şoreşê bidomînin heta ku serketinê bi dest bixin. Herwiha emê piştgiriyê bidin tevayiya şoreşên jinan, di serî de, şoreşa jinê ya li Îran û rojhilatê Kurdistanê.”

‘Şoreşên ku bi jinê dest pê dikin dawiya wan serkeftine’

Welatiyê bi navê Xalid Yûsif jî li ser şoreşa jinan û xwepêşandanên li rojhilat wiha got: “Jin di civakê de beşeke çalak û pir girînge. Herwiha bê hêz û têkoşîna jinê şoreşên heyî nedihatin lidarxistin û em nedigihîştin armancên xwe. Ji bo wê jî jin civak bi xwe ye û bê jinê civak ber bi pêşketinê ve naçe. Herwiha got, şoreşên ku bi jinê dest pê dikin dawiya wan serkeftine. Ji bo wê jî wek mêr emê li kêleka jinan berdewamiya şoreşê bikin û piştgiriyê bidin jinên azadîxwaz. Em di wê baweriyê de ne ku şoreşa li rojava û srhildanên rojhilatê Kurdistanê dê bi serkeftinê bi dawî bibin.”

Xalid Yûsif di dawiya axaftia xwe de got, çiqas êriş hebin jî li hemberî wê emê hê zêdetir li ber xwe bidin û artêşa xwe xurttir bikin. Herwiha emê li ser asta Cîhanî jî xwe bi hêztir bikin.