Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşeroja Siyaseta Çilvirî Ya Erdogan Nîn e

07/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan CIZÎRΠ  

 Van demên dawî hukûmeta Erdogan a çete-faşîst ku êdî man û nemana wan li ser desthilata Tirkiyê di rojevê de ye, wekî her car ji bo vê carê jî temenê xwe yê li ser desthilatê dirêj bike, serî li hezar dek û dolaban dide. Erdoganê ji dema hatî ser desthilatê heya niha, rewşa gelên Tirkiyê aniye ber hilweşînê û di serî de Iraq, Sûriye, Ermenîstan û Yûnanîstan, bi siyaseta xwe ya şerxwaz û na-mirov hemû herêma Rojhilata Navîn aloz û tevlîhev kiriye, di vê siyaseta xwe ya tevlîhevkirinê de israr dike. Erdoganê tu qîmet û rûmeta xwe di meydana siyaseta welatên herêmê de nemaye, niha mecbûr e hewl bide hinek danûstandinên dîtbariyê xilas bike, pêş bixe. Lewre berî hefteyekê ragihandina ser bi Erdogan a Ajansa Anadolu ku ji ber alîgiriya xwe ya desthilatê ew jî tu îtibara xwe ya ragihandinî nemaye, ji bo deriyê hevdîtina Beşar Esad a li gel Erdogan veke, bi rojan di manşetên xwe de nûçeyên ku digotin, “Erdogan gotiye, ez dikarim bi Esad re hevdîtin bikim, di siyasetê de xeyidîn nabe” û hwd. belav kirin.

Dema ev nûçe dihatin belavkirin, hewayek wisa ava bibû ku, heçku Esad amade ye bi Erdogan re hevdîtin bike, heta hindik maye lihev bên, lê belê roja 2’ê Kanûnê nûçeyek wekî bombeyê kete rojeva cîhanê ku, Erdoganê dîktator hejand. Ango hinek çavkaniyên nêzî Esad agahî dane ajansa Reûtersê û eşkere kirin ku, serokê Sûriyê Beşar Esad naxwaze bi Erdogan re hevdîtin bike. Ev wekî şeqamekê li nav çavê Erdogan ket! Çavkaniyekê ji bo vê digot, “Çima zaferekê diyarî Erdogan bike!? Beriya hilbijartinê Esad nêzî Erdogan nabe.” Dîplomatekî jî digot, “Sûriye, heya gavek berçav çênebe, hevdîtina li gel Erdogan bêwate dibîne û wekî gava berçav, ew dixwazin leşkerên Tirk ji welatê Sûriyê derkevin.” Di vir de eşkere dibe ku, serokê Sûriyê Beşar Esad jî fêm kiriye Erdogan wekî hukûmeteke fişkilî, ne ji bo pêşketina Sûriyê, ji bo Sûriyê jî bike pêlîstika desthilata xwe li riyeke hevdîtinê digere. Bi vî awayî deriyê hêviya ku li ser hevdîtineke bi Esad re hinek dengan ji xwe re kom bike, li Erdogan hat girtin.

Di vê rewşê de divê em li pêş bibînin ku, Erdoganê dîktator ê ji siyaseta xwe ya nermik-xapînok encam negirtî, vê carê wê casûs û çeteyên xwe yên DAÎŞ-ENKS’î yên her carê bi nav û cilûbergên cuda li nav giştî Sûriyê û axên Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi cih kirî, gur bike, bixe nav liv û tevgerê. Ji bo wê dibe ku rojên bi şer û xwînrêj li pêş gelên Sûriyê be. Encex vê carê Erdogan çi bike, serî li çiqas rê û rêbazên qirêj bide jî, wekî di mijara hevdîtina li gel Beşar Esad de eşkere bû, wê encam ji bo wî her têkçûn be. Jixwe gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê yên bi fikra Neteweya Demokratîk xwe birêxistin kirine, ji destpêkê ve xwe ji pençên Erdogan rizgar kirine. Îro bombeyên ku dewleta Tirk li ser xelkên me yên Bakur-Rojhilatê Sûriyê dibarîne, berî her tiştî ji ber vê herêmê xwe nekir pêlîstika desthilata Erdogan e. Lewre watedar e. Ev nîşana sekna birûmet a gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê ye. Erê di vê riyê de em berdêlên giranbuha didin, roj nîn e em bi xebera windahiyekê şiyar nebin û dilê me jan neke, lê helbet azadî û serfirazî jî bê berdêl nabe.

Di vê rewşê de divê mirov bibêje, wey li halê wan çeteyên DAÎŞ’î, OSO’yî û ENKS’î ku bi benê Erdoganê dîktator daketin bîrê! Çawa ku pêşeroja Erdogan nîn e, pêşeroja van çeteyan jî ji derveyî riswabûn û windakirinê wê tiştek nebe.

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.