Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PARASTINA XAK U GEL FERZE

04/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Kurd û Kurdistan bi hezarê salan e dibin êrîşên dagirkeran de ne. Welatê me yê Pîroz, hatiye dabeşkirin û gelê me hatiye perçiqandin. Bi taybet kesên ji xwe re dibêjin em bawermendên ola Îslamê ne, xaka me dagirkirine û piştgiriya wan jî hêzên sereke yên li cîhanê desthelatin, dikin. Wek gel, me gellekî êş û azar ji destên dagirkerên xwe kişandiye û em hêjî dikşînin.

Me di dîroka xwede gellekî şaşî kirin e, parastina xakê her çiqasî me pêk anîbe jî, wek gel me bihevre hemû xaka welatê xwe neparastiye. Serhildan çêbune, carna xwebirêvebirin jî çebûye, lê mixabin berdewam parastina xak u gel çênebûye. Hişmendiya parastina xakê, di mêjîyên me de birêkûpêk cîh negirtiye, dabeşkirina xaka me, buye sedem ku, mêjiyê me Kurdan jî parçe û dabeş bibe. Welatê me kirine çar pênc perçe, lê mêjiyên me kirine hezar perçe. Di gotin û karkirinên me Kurdan de, ji bo welat û xak; partî, civak û dezgeyên ji hêla Kurdan ve tên avakirin jî, pêşî li vê perçebunê negirtine û hêjî gelek ji partî û dezgeyên bi navê Kurd û Kurdîstanê kar dikin vê perçebunê didomînin. Wek mînak: Dibêjin Kurdîstana Iraqê, Îranê, Suriyê û Tirkiyê. Di rastiyê de Kurdistan her yeke! Li perçeyek welat qiyamet radibe, perçeyên din li gor pêwistiyê welatperwerî tevnagerin. Di dîroka me ya dûr de ev bi gelemperî pêş neketiye û di dîroka me ya nêz de jî, ji bilî PKK kesekî bi dengekî bilind û karekî bi rêkûpêk ji bo yekitiya xak û gel bi giştî pêşnexistiye. PKK dijî pêşxistina perçebunê ji bîrdoziya xwe de û karkirinên xwe de, giringiya yekitiya xak û gel, gelekî kar kir. Bi êrîşên DAÎŞ’ ê li ser hemû parçeyên xaka pîroz karekî berbiçav hate kirin û xwîna zarokên hemû parçeyên Kurdistanê di heman êniyê de hate rêtin. Ev ji bo xak û gelê me û yekitiya wî bû bingehekî girîng. Tovên yekitiyê ên bihêz hatin çandin, li dijî perçebunê ev tov şîn bûn û ev şînbûn jî berdewame.

Ji ber ku gelên cîhanê yekitiya xak û gelê xwe pêkanîne serkeftin û dilxweşîya cîhanê dijîn.

Li Başurê Kurdîstanê li navçeya Zaxo henek kesên sivîl û zarok ji hêla dewleta Tirk ve hatin qetil kirin, Ereban qiyamet rakirin. Di Ukrayna û hemû cîhanê de em dibînin ku yekitiya ser xak û gel kare gelek tiştan bi xwe re biguherîne. Duçarbûna zilm û zordariyan ne çarenuse, bi yekitiya gel û parastina xaka pîroz em karin vê çarenusê biguherînin! Neha li Rojava û Rojhelat êrîşên qirkirinê hene, lê ji bo parastina gel û xaka xwe divê em karekî serkeftî pêk bînin. Kesên Misilman dibêjin, ev ne meseleyeke olî ye, belê parastina xak û gel meseleyeke Olî ye û li ser kesê Misilman ferze kû parastina xak û gel bike. Parastina xak û gel li ser hemû Kurdan ferze û bêdeng mayîn heram e. Ev ferza han kê bicîh neyîne li dunyayê rûswatî li axretê jî agirê cehennemê benda wî ye. Qur‘an: ‚Ji were destûr hat dayîn hûn karin xwe biparêzin‘. (Hec 39) ‚Kesê we ji xaka we derdixe, hun jî wan derxînin, kesê we dikuje hun jî wan bikujin‘. (Beqere 191)

Belê Êrîşên qirkirinê ser xak û gelê me zêde bune. Neha dema yekîtî û bihevre karkirinê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.