Rojnameya Ronahî

Kargeha Gazê ya Siwêdiyê dê demeke nêz de bikeve xizmetê 

Darîn Silê/Qamişlo

Rêveberê kargeha Gazê ya Suweydiyê Egîd Ebdulmecîd diyar kir ku ew hewl didin kareghê ji nû ve çeksaz bikin û cihên ku ji ber êrişên dagîrkeriyê zirar dîtine   sererast bikin, da ku pêwîstiya gel ya gazê peyda bikin.

Êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne, ne nû ne, lê êrişên vê dawiyê bi armanca têkbirina binesaziya herêmê, pêk tên. Ji 19’ê Mijdarê ve, bi awayekî hovane êriş li ser herêmên cûda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Herwiha balafirên şer yên bêmirov yên dagîrkeriya Tirkî nehatine rawestandin. Tirkiyê di êrişên xwe de ne welatî tenê, navendên xizmetê û binsaziya herêmê jî dike hedef.

Di roja 4`an ji êrişên hovanae yên dagîrkeriya Tirkî (23`ê Mijdarê) de dagirkeriyê danê sibehê bi 6 êrîşên hewayî kargeha gazê ya gundê Siwêdiyê ya başûrê navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo kir hedef û topbaran zêdetirî du saetan berdewam kir. Di encamê de kargeh rawestiya û gaz li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kehrebe jî li herêma Cizîrê qut bû.

Kargeha gazê ya Siwêdiyê çavkaniya sereke ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya gaza malan e, herwiha stasyona derxistina kehrebeyê ya Herêma Cizîrê bi herdû kantonên wê ya Qamişlo û Hesekê ye. Kargeh ji bo herêmê pir girîng e, lewra ji tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gaza malan (RBC) peyda dike, herwiha çavkaniya dayîna kehrebê ye û 500 Hezar m3 gaz ji bo bidestxistina kehrebeya herêma Cizîrê dide.

Piştî kar û xebateke zêde ji aliyê kargehên teknîkî yên Nivîsgeha Enerjiyê li herêma Cezîrê ji bo vegerandina elektirîkê, ofîsê 29ê Mijdarê li ser rûpela xwe ya fermî ragihand ku du çavkaniyên gazê ketine xizmetê û bi tora giştî ve hatin girêdan. Herwiha Li gorî ofîsê, tevahiya miqdarê ku niha tê çêkirin dê ji bo xetên xizmetguzariyê yên li herêma Cezîrê werin veqetandin.

Ji bo ku em hê zêdetir rewşa kargehê û tedbîrên wê yên piştî êrişa vê dawiyê ku li ser hatibû kirin nas bikin endezyar û rêveberê Kargeha Gazê ya Swêdê Egîd Ebdulmecîd ji me re axivî û da zanîn ku berî bombebaranê kargehê rojane 16 hezar cereyên gaza malan derdixist û li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê belav dibû.

Egîd diyar kir ku berhemê gazê, ango peydakirina cereyên xazê dê weke berê be û axaftina xwe wiha domand: “Beriya niha miqdareke qaz ji başûrê Kurdistanê ji me re hatibû û niha jî ji me re tê. Ji bo wê jî em ji gazê qut nebûne. Di vê rewşê de em neçar in ku gaza malan ji derve bînin ku nirxê wê bi 5 caran bilindtir e. Cereyê gazê bi 5 hezar lîre bû. Lê lêçûna anîna wê ji derve 25 hezar lîre ye. Em hewl didin depoya gazê ya li cem xwe ji bo rewşên awarte bihêlin. Tevî ku çereyê gaz bi bihayekî pir bilind tê, lê dîsa jî Rêveberiya Xweser bi bihayekî normal dide welatiyan”

`Ziyaneke mezin gihiştiye amûrên kargerhê`

Egîd di berdewamiya axaftina xwe de got, niha bandora ku li ser kargehê hatiye kirin ew e ku berhemê derxistina gazê, ziwakirin û sarkirin wê hatiye rawestandin û ziyaneke mezin gihîştiye kablo û amûrên kargehê.

Egîd da xuyakirin ku di rojên derbasbûyî de em weke xebatkarên kargehê, ji bo gihandina gazê ji bo çavkaniyên re me hin veguheztinan pêk bînin. Herî dawî jî xaz ji tevayiya çavkaniyên gazê re hate peydakirin. Lê ev gaz tenê ji bo çavkaniyan e, ji bo malan ne guncawe.

Egîd got, Niha rewşa gazê wek berê ye û divê welatî jî vê yekê bizanibin, da ku nekeve bin bandora çavbirçîtiya bazirgan û belavkeran. Herwiha divê berpirsên pêwendîdar şopandina rewşê bikin da ku gazê bi bihayekî bêserûber neyê firotin.

`Kargeha Siwêdiyê kargeha sereke ya gazê li bakur û rojhilatê Sûriyê ye`

Egîd derbarê gaza malan de jî wiha got: “Kargeha gazê ya Siwêdiyê ya sereke ku xazê ji bo zêdetirî 4 milyon kesî li tevayiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda dike. herwiha got, gelek kar û xebat li ser îstasyonên ku gazê didin çavkaniyên gazê hatine kirin û bi xebatên wan yên hevpar hin ji stasyon ketin xizmetê de.”

Hewldanên sereraskirina kargehê

Egîd da zanîn ku piştî êrişê kar û hewldanên wan yên sererastkirna kargehê zêde bûne û wiha dirêjî da avftina xwe: “Ji bo ku careke din çavkaniyên xazê bikevin xizmetê de, di roja duyem ji bombebaranê me yekser dest bi kar kir. Jixwe armanca me ya sereke dayîna xazê ji çavkaniyên elektrîkê ye. Vê yekê jî xebat û guhertinên taybet li ser xet û amûran dixwest. Me van karan bi dawî kir û gazê da çavkanî û xetên duyem. Herwiha me zirarên ku giştibûn kargehê sererast kirin û me hin amûran peyda kirin. Di dema nêz de emê dest bi xebatê li ser lênêrîna yekîneyên xirab bikin, da ku em bikarin zaza malan peyda bikin. Ev yek jî pêwîstiya wê bi xebateke demdirêj û baş heye. Herwiha peydekirina amûr û parçeyên pêwîst û zêdekirina karmendên kargehê.”

`Emê kargehê vegerînin rewşa wê ya berê`

Egîd bal kişand ser dema pêwîst ji bo sererastkirina kargehê û wiha pê da çû: “Emê çerx û cihên xerabûyî sererast bikin û kargehê vegerînin rewşa wê ya berê.”

Endezyar û rêveberê kargeha Xazê ya Siwêdiyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hejmara xaza ku di depoyan de maye xaza LPG ya ji Başûr e, niha mîqdareke baş ji xazê tê peydekirin. Eger rewş baş bibe dê gel nekeve kirîza mezin de.”