Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Durûtiya DYE û Rûsyayê

04/12/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya meha Gulanê
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ahmet Aktaş

Erê weke tê xuyakirin û ji xwe li ber çava ye ku, dewleta yekemîn a qirker û mêtinger a li ser Kurdistanê desthilatiyê dide meşandin dewleta Tirka ye.

Bêgûman vê xwînxwariyê li ser gelê Kurdistanê, ne bi tenê pêktîne. Hema pêşî vî karê qirêj, bi her 3 dewletên mêtingerên din Îran, Iraq û Suriyeyê re birêve dibin.

Her wiha, hêza herî bi kêrhatî ji bo xizmeta van dewletên dujminên mirovahiyê, xiyaneta welatê me ye û serkêş jî malbata Berzanî ye.

Mirov dikare bibêje, ev xiyanet, ji çekên kîmyewî û hemû cûre çekên dewletan xerabtir, zerar û ziyanê dide têkoşîna doza gelê Kurdistanê.

Lê divê hêzên herî mezin yên cîhanê ku di nava vê plana gemar û xwînrij de ne, neyên jibîr kirin. Ji ber ku gelek caran tên jibîrkirin. Serê van hêzên hegemon yên cîhanî DYE û Rûsya dikişîne. Divê van dewletan, êdî ji berê xurtir werin naskirin.

Bi taybetî van her du dewletan, nêzî sed salan e ku vê sîyaseta dijî berjewendên gelan, bi hostayî û kotekî didin meşandin.

Erê, her çendîn di vê serdemê de, ev siyasetên wan ên malxerab/malwêran pir hatine aşkerekirin û dijberiya wan mezin bûbin jî, lê dest ji ew hewldanên xwe yên kevnar yên xapandinê bernadin.

Heta ku karibin rayagiştî cîhanî dixapînin, lê dema rûyên wan ên reş derdikevin holê, dest davêjin darê zorê.

Belê ji bo van dewletan jî, çeka herî bi kêrhatî dîsa xiyanet e, ku temenê serweriya wan jî, ya li ser welatê me dirêj dike ev xiyanet e.

DYE, Hewlêr ji xwe re, him kiriye bingehek navenda desthilatiya xwe ya Rojhilata Navîn û him a Kurdistanê.

Rusya jî, hema bi heman naverokê Şam ji xwe re kiriye navend.

Ji bo ku wî rûyê xwe yê bêxêr veşêrin, dîsa wan gotinên xwe yên kevnar, ji bo xapandinê bikartînin.

Herî dawî, fermandarê leşkeriya Rûsya yê li Sûriyeyê General Çayko û Berdevkê DYEyê Kirby, ji aliyekî ve QSDê weke dost/hevalbendê xwe nîşan didin, ji aliyê din ve(yê giring vira ye), dewleta Tirk mafdar dibînin(xwedê giravî parastina ewlekariya dewleta xwe dikin).

Derewa wan a mirova pir têşîne ev e; “Ji bo em êrîşên dewleta Tirkan li ser we bidin rawestandin û em wan iqna bikin, divê hûn ji sînor 30 km dûr bikevin”! Ev tê wateya; radestkirina hemû Rojava, ji faşîzma Receb û Bahçeli re!

Wexta ku xeter ji bo wan hebe, iqna lazim nake, hema yekser dikarin dewleta Tirk bidin rawestandin(bi fermanekê)! Ji ber ku mînakên van di jiyanê de hatin dîtin.

Mînakên van derewên wan en ji bo gelê me jî, li Efrînê, Serêkaniyê, Girêspî û hwd, me dîti ne. Ji xwe dagirkirina Cerablûsê, Ezazê, Babê û hwd, hatine jibîrkirin. Dixwazin bi vê siyaseta malxerab, hemû destkeftiyên gelê Kurdistanê jê bistînin.

Îca, ‘diz û xwediyê malê bi hevdu hesiya ne’, divê aşkere ev durûtî, van fêlbazî û lîstokên bê exlaqî ji xwedanên wan re, yekser werin gotin. Her wiha divê gelê Kurdistanê jî, li goreyî van xeteran, xwe li ser derfetên heyî amade bike.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.