Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îran didomin

04/12/2022
in NÛÇE
A A
Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îran didomin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ji bo piştgirîdayîna serhildana gelên Îranê, jinên Belûçistanê  xwepêşandanek li dar xistin û dirûşmeya `JIN JIYAN AZADÎ` bi yek dengî avêtin.

Navenda Nûçeyan

Bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, li tevayiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê agirê serhildanê vêket û ev serhildan heta roja îro jî bi awayekî berfireh dewam dikin. Rêjîma Îranê jî li hemberî xwepêşandanên gel xwe negire û li dijî xwepêşandanan   kuştin, şidet û binçavkirinê dike.

Li eyaleta Sîstan-Belûçistan ji bo piştgirîdayîna serhildana gelên Îranê, jinan xwepêşandanek lidar xistin .

Li gorî dîmenên ku li torên civakî belav bûne,  bi dehan jinên ku cil û bergên Belûcî li xwe kirine li Sîstan-Belûcistanê, pankartên bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî” li ser nivîsandî, ji bo piştgiriya serhildana gel bilind kirine.

Bi destpêkirina serhildana gel a ku piştî kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsên exlaq ve derket, li Sîstan-Belûçistanê nêzî 120 kes hatin qetilkirin.

Di berdewamiya serhildanê de bi dehan xwepêşander li gelek bajaran daketin qadan û dirûşmên li dijî rejîmê avêtin.

Li gorî agahiyên ku hatine belavkirin, hêzên ewlehiyê bi guleyan êrîşî xwepêşanderan kirine û gaza rondikrêj jî ji bo belavkirina xwepêşanderan bi kar anîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.