Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NPG’ê peyameke pîrozbahiyê weşand

04/12/2022
in NÛÇE
A A
NPG’ê peyameke pîrozbahiyê weşand
Share on FacebookShare on Twitter

 

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi peaymekê hemû fermandar û şervanên ku tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş bûne û ked dane, pîroz kir.

ji ber operasyona şoreşgerî ya ku fermandar û şervanên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş li dar xistin,  Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) peyameke pîrozbahiyê weşand.

NPG’ê di peyama xwe de diyar kjir ku di 25’ê Mijdarê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li rojavayê Zapê li dijî dagirkeran ji 7 aliyan û bi  gelek taktîkên gerîla yên bi koordîneyî çalakiyeke şoreşgerî ya serkeftî hate lidarxistin û wiha dewam kir: “Di vê operasyona şoreşgerî de ku bi lehengî, şêwazê êrîşê û ruhê fedaî hate lidarxistin de 17 dagirker hatin cezakirin û 10 çeperên dijmin hatin rûxandin.”

NPG’ê da zanîn ku di 26’ê Mijdarê de jî ; Li Qada Berxwedanê Girê Hekkarî ya Metîna li dijî dagirkeran çalakiyeke şoreşgerî ya ji sê aliyan ve bi serkeftî hate lidarxistin û bi cesareteke mezin û ruhê fedaî 42 dagirker hatine cezakirin û wiha domand: “Di serî de em hemû şehîdên xwe di şexsê rêheval Adar, Heqî, Medya, Amed, Binevş û Baran de ku pêşengiya van operasyonên şoreşgerî yên serkeftî kirin, bi fedekarî li çûn ser dijmin, li ser bidestxistina encamên diyarker, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Ji ber vê serkefttinê em hemû fermandar û şervanên ku tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş bûne û ked dane, pîroz dikin.”

NPG’ê da xuyakirin ku van operasyonên şoreşgerî yên serkeftî yên ku we pêk anîn derbeke giran li planên dagirkeriyê û hesabên desthilatdariyê yên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê xistin û wiha got: “Her çendî bi rêya medyaya şerê taybet hewl dan derba ku xwarine veşêrin û van operasyonên şoreşgerî weke kiryarên asayî nîşan bidin jî, şefên şerê taybet xwe gihandin sînor û Tayyîp Erdogan û Hulusî Akar bi xwe jî hewl dan ku hêzên dagirker ên ku moral û motîvasyona wan bû, bicivînin û xwestin bi dîmên erzan û nûçeyên serkeftinên sixte raya giştî bixapînin. Ev rastî jî têra xwe dike ku mirov fêm bike ku van operasyonên şoreşgerî yên ku 59 dagirker hatin cezakirin, derbek çawa li rejîma faşîst xistin”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel ( NPG) diyar kir ku ev asta çalakî û performansa ku ew derbasî pêvajoya zivistanê dibin, wê moral, motîvasyon û kombûneke girîng di hemû hêzên wan de biafirîne û bibe wesîleya amadekirina wan ji bo erkên sala bê.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.