Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Partiya Sûriye Pêşeroj li Til Rifetê xwepêşandanek li dar xistin

01/12/2022
in NÛÇE
A A
Partiya Sûriye Pêşeroj li Til Rifetê xwepêşandanek li dar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên ser Rojava û bêdêngiya hêzên navneteweyî, Partiya Sûriye Pêşeroj li bajarê Til Rifetê xwepêşandanek li darxistin.

Bi serperştiya Partiya Sûriye Pêşeroj, îro li bajarokê Til Rifetê xwepêşandanek hat li darxisti.

Di xwepêşandanê de êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya hêzên navneteweyî li hemberî êrişên qirkirinê hat şermezarkirin.

Derbarê xwepêşandanê berpirsê Meclisa Partiya Sûriye Pêşeroj Mihemed Bêrem ji me re axivî.

Mihemed Bîrem anî ziman ku ev demek dirêje dewleta Tirk a dagirker gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe wiha got: “Ev demeke dirêje ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze herêmê weke Til Rifet û Minbicê dagir bike û ji bo wê plananên qirêj dimeşîne. Deweta Tirk ya dagir ji bo xwena xwe ya dagirkirina Rojava pêk bîne, êrîşî herêmên seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriye dike. Ev êrîş jî bi erêkirina dewletên navnetewî tê kirin”

Bîrem diyar kir ku dwleta Tirk di van salên dawiyê de xetimandinek aborî, siyasî û civakî jiyan dike û wiha pêda cû: “Aoziyên Tirkiyê wê ne demkî bin, xuyaye ku demdirêjin, ji ber vê yekê dixwaze bi êrişên ser herêmê weke derfetek nefesgirtinê ji xwe re bidest bixe.”

‘Hêzên navnetewî xwe ker, kûr û lal kirine’

Bîrem da zanîn ku wan xwest bi riya vê çalkiyê bêdengiya hêzên navneyeweyî şernezar bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Di pêvajoyeke wiha de ku em tê re derbas dibin, pêwîste tavahî partî û pêkhateyên di herêmê de jiyan dikin dakevin qadan û çalakiyên bi bandor li dar bixin. Li ser wî esasî me xwest bi riya vê xwepêşandanê ji tavahî cîhanê re bêjin ku hêzên navneteweyî li hemberî kuştina zarokan, êrîşên qirkirinê û guhartina demografîk ya ku li herêmên dagirkirî pêk tê, hêzên navnetewî û rêxistinên mirovî bi erkên xwe yên sereke ranabin û xwe ker, kûr û lal kirin e”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.