Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevî hemû zextan jî raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome

29/11/2022
in NÛÇE
A A
Tevî hemû zextan jî raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome
Share on FacebookShare on Twitter

Herçiqas hêzên rejîma Îranê zextên xwe yên ji bo girtin û revandina çalakvan û xwepêşanderan zêde kiriye û bajar tîje leşker kirine jî, lê hîn raperîna, ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi çalakiyên cuda berdewam dike.

Li bajarê Sine û Abdanan ên Rojhilatê Kurdistanê duh careke din ciwan daketin kolanan û çalakiyên nerazîbûnê lidarxistin.

Herwiha li hinek zanîngehen Rojhilatê Kurdistanê, bi taybet li Sine xwendevanan çalakî û nerazîbûnên xwe berdewam kirin.

Di nava bajaran de hêzên Îranê gelek bend danîne û ji bo girtin û binçavkirina xwepêşandanan di nava liv û tevgerê de ne.

Duh li bajarê Sine 4 endamên malbarekê ku ji 2 xwişk û 2 bira pêk tên yên bi navê Afaq, Şemsê, Perwîz û Xesrew hatin girtin.

Li bajarê Mehabatê jî cenazeyê Şoreş Nîknam ku ji berî niha di xwepêşandanan de hatibû qetilkirin, bi tevlîbûna dehan kesan li gundê Qelacuxe hate veşartin.

Li bajarên Îranê jî, beşek ji xwendevanên zanîngeh û peymangehan xwepêşandanên xwe berdewam kirin û nerazîbûn nîşan dan. Herwiha li hinek herêmên Tehranê jî çalakiyên cuda hatin kirin.

Herwiha beşek ji karker û şofêrên barhilgir li bajarên weke Kirmaşan, Esefehan, Şîraz, Kaşan û Bender Ebas gireva xwe berdewam kirin.

Herwiha 4 rêxistinên teqawîtê, piştgirî dan xwepêşandanan û daxwaz kirin ku dawî li cudakariya zayendî ya li welat were û demildest hemû girtî werin berdan û kesên destê wan li bêdengkirin û êşkencekirina xwepêşanderan de hene werin girtin û dadgehkirin.

Her çar rêxistinan hişyarî dan ku eger guh nedin daxwazên xwepêşanderan, wê bi hêzê nekarin dengê kolanan bêdeng bikin û wê xelk bi tundî bersiv bidin. – ROJNEWS

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.