Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 TI ÊRIŞ NIKARIN TÊKÇÛYÎN Û HOVÎTIYA ERDOXAN VEŞÊRIN

27/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

SOZDAR DEMÎR

Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe êrişên xwe li ser herêmê zêde dike. Dewleta Tirk gelek herêmên Sûriyê dagirkiriye û pêre jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, di van êrişên hovane yên dewleta Tirk de bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî hatin revandin û koçber kirin. Dewleta Tirk di her êrişên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê de kesên ku pêşengtî ji şoreşa Rojavayê Kurdistanê re kirine dikin hedef. Dewleta Tirk herî dawî li Dêrikê komkujiyek pêk anî û di encama vê komkujiyê de 11 welatî şehîd û gelek kes jî birîndar bûn. Yek ji wan şehîdan jî hevalê me yê rojnamevan Îsam Ebdulahe ku dema şopandina êrişên li ser gundê Teqil Beqil ê Dêrikêde de gihişt asta şahadetê. Lê li beranberî van êrişên dewleta Tirk ti dewletên cîhanê helwestek tund nehat nîşandan, lê beranberî wê ji aliyê NATO ve tê destek dayîn, heger ku dewletên dunyayê ji vê hovîtiyê re nebêje bese û çavên xwe jêre bigre ew jî dibe hevkarê vî sûcî.

Dewleta Tirk ji Til Rifet, Şehba bigre heta Kobanê û Dêrikê êrişên xwe berfirehtir kir êdî rojana hermên bakur û Rojhilatê Sûrî topbaran dike, ev êriş û topbaran bi destekdayîna Rûsya û Amerîka pêk tê. Amerîka ji roja roj de alikariya Tirkiyê ji bo êrişên li ser Kurdan dike û bi rokêtên Amerîkayê êrişî Kurdan dike bi taybet Başûr û Rojavayê Kurdistanê, êrişên herî dawî ên li ser Kobanê parçeyên ji çekên giran ên bombebarana dewleta Tirk de ev vekirî derket holê ku bombeyên ku hetîn bikaranîn ên Amerîkane.

Dewleta Tirk ruxmî ku li çiyayên azadiyê ku li beranberî berxwedana gerîlayên azadiyê ku çekên herî pêşketî bikar tîne lê dîsa jî  biser neket û her carê li beranberî berxwedana dîrokî ya gerîlayan binkeftinê jiyan dike, dewleta Tirk dewletek ewqas bê exlaqe ku cenazeyên leşkerên xwe benzîn lê kir û şewitandin. Li beranberî van çekên qedexekirî ji herçar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dengek pir mezin derket û bi yek dengî gel rabûn ser piyan û ji dewleta Tirk a dagirker re gotin êdî bese. Ji bona ku van rewşan hemûyan bide guhertin seneryoyek çêkirin lê ev senarya di destê wan de teqiya ji bo vê rojevê zûtir bigûherînin êvara 19’ê mehê  êrişî Bakûr û rojhilatê Sûriyê kirin.

Civaka Tirkiye jî êdi dizane ev desthilatdarî têk diçe û xwe bi derewan li ser piyan girtiye heger ku NATO ne piştevanê Tirkiye bûya niha zude hilweşiyabû lê yaku wê li ser piyan digre NATO ye.

Erdogan bi van êrişên xwe yên li ser herêmên bakur û Rojhilatê Suriyê û herêmên Parastinê yên Medyayê re dixwaze kêm zêde nakokiyên di nav xwe de veşêre, lê wê demekê were veşartin, lê di nêrîna min de wê demkî be bi hêrs û kîna gelê bakur û rojhilatê Sûriyê wê ev lîstikên wan hemû têk herin û projeya netewa demokratîk û xwişk û biratiya gelan wê bi ser bikeve. Wê ti êriş nikaribe têkçûyîn û hovîtiya Erdoxan veşêre.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.