Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

2 rojên li Fîsê

27/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
4’ê Nîsanê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Di sala 1978’an de Rêber Apo li Amedê bû. Ger û civînê welat bi dawî bûbûn û hatibû Amedê. Li apartmana Gunaydin bi cîh bûbû.

Manîfestoya partîbûnê dinivîsî. Di germehiya tîrmeha sala 1978’an de Rêber Apo di 3-4 rojan de 140 rûpelên defterê nivîsîbû. Pirtûka ‘riya şoreşa Kurdistanê’ hatibû temamkirin.

Hin hevalên wî wek Dûran Kalkan, Mazlum Dogan û Cemîl Bayik dihatin vê apartmanê û bi Ocalan re îstîşare û amadekariya kongreya damezirandina partiyê dikirin.

Lê li cîhek bi ewle û li demek di wext de digeriyan. Dema ku ev lêgerîna wan dewam dikir, Gundê Fîsê û mala Seyfettîn Zogurlu hat bîra Duran Kalkan. Duran Kalkan di avakirina wê malê de alîkarî dabû Seyfettîn.

Dema ku ji Ocalan re behsa vî gundî û vî malî kirin, erê kir. Bangî hin kadroyên navendî wek delege kir ku werin tevlî civînê bibin. Bi tenê Kemal Pîr di zindanê de bû û Mehmet Karasungur jî li Hîlwanê amadekariya şer dikir nehatin civînê.

27’ê Mijdarê wek roja kongreyê destnîşan kirin. Seyfettîn Zogurlu dayika xwe agahdar kir ku mêvanên wî hene bila amadekariyan bike. Hejmara mêvana gelek zêde ne.

Dayika Îsmet fahm kir, gazî qîz û bûkê xwe kir. Xwarin hat çêkirin. 3 eloq hatin şerjêkirin. Li kêlekê jî birinc hat çêkirin û li benda mêvanan ma. Û ew mêvanên ku li bendê bûn êvara 26’ê mijdarê dest bihatinê kirin.

Rêber Apo dema ku ji Amedê bi rê ket li kêleka wî Cemîl Bayik, Sakîne Cansiz û Kesîre hebûn. Li taksiyek siwar bûbûn û berê xwe dane wî cîhê wê di dîroka Kurdan de bibe navendek pîroz.

Rojek payizê û mij û baran hebû. Êvarê dema ku gihîştin gundê Fîsê, Duran Kalkan û Seyfettîn Zogurlu wan pêşwazî kirin. Herdu jî berê hatibûn gund û ji bo vê roja dîrokî amadekarî kiribûn.

Malbat jî di nav amadekariyek de bû. Xwarin dihat çêkirin û ji bo ewlekariyê hin kes hatibûn erkdarkirin. Zekî û Alaattîn Zogurlu ji bo cîwan bûn û nobedara ewlekariyê ew hatibûn erkdarkirin..

Ji her heremê 2 delege hatibûn. Ji Dersim ,Çêwlik, Amed, Dîlok, Riha, Mêrdîn, Batman ji Elezîz jî 3 delege tevlî kongrê bûbûn.

Delegeyên ku tevlî civînê bûbûn bi roj dernediketin derve bi tenî di saetên şevê de derdiketin spor dikirin.

Civîn 2 rojan dewam kir. Gelek nîqaşên mezin çêbûn. Bername û pêşnûmeya partiyê hat qebûlkirin. Dîsa di vê civînê de rêvebirî hat hilbijartin. Di vê civînê de ji aliyê delegeyên kongreyê ve biryara partîbûnê hat dayin.

Kongre bi dawî bûbû partî hatibû damezirandin, lê ji bo ewlekariyê û dewlet bi ser wan de neçe demek ev biryara partîbûnê nehat îlankirin. Navê partiyê jî nehat destnîşankirin.

Piştî ku Rêber Apo ji kongreya Fîsê derket, li Amedê dest bi nivîsanadina “danezana damezrandinê” kir.

Ew danezan hat nivîsandin. Di nav gel de birêxistinê dest pê kir. Li Sîwereg û Hîlwanê şerê çekdarî dest pê kir. Ji bo gerîlatiyê amadekarî hebûn, lê bi encam nebû. 12’ê Îlonê darbeya leşkerî çêbû. Li zîndana berxwedan û 15’ê Tebaxê şerê çekdarî dest pê kir. Kurd bi kurdbûna xwe şiyar bûn. Cîwan ji her deverî tevlî nav refên gerîla dibûn. Ji bo azadiya Kurdistan têkoşînê dest pê kir.

Komplo pêkanîn lê dîsa nikaribûn pêşî li vê têkoşînê bigirin. Li herêma Rojavayê Kurdistan şoreş pêk hat. Kurd û gelên herêmê di bin paradîgmaya Rêber Apo de rêveberiya xweser a demokratîk îlan kirin.

Lê dijminê kurdan nesekinîn. Dewleta Tirk a dagirker îro jî dîsa êrişên xwe yên dagirkeriyê dayî destpêkirin.

Li hemberî van êrişan kurd jî bi hêza 27’ê Mijdarê li ber xwe didin. Bi wî rih û vîna ku 27’ê Mijdarê hat afirandin, bersiv didin êrişên dagirkeriyê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.