Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

QSD’ê bîlançoya 25’ê Mijdarê eşkere kir

27/11/2022
in NÛÇE
A A
QSD’ê bîlançoya 25’ê Mijdarê eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

QSD’ê diyar kir dewleta Tirk a dagirker di roja şeşemîn a êrişan de zêdetirî 77 gund, bajarok û navendên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê li ser malpera xwe bîlançoya êrişên artêşa Tirk a dagirker ragihand.

QSD’ê  diyar kir ku şikestina dewleta dagirker a Tirk ji encamên binkeftî yên êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bûye û got: “Dagirkeriya Tirk ji ber binketinê êrişên xwe bi awayekî hovane û derveyî pîvanan li ser deverên sivîl û jêrxaneya xizmetguzariyê berdewam dike. Gelê me li hemberî van êrîşan berxwedana xwe mezintir dike û em jî mafê xwe yê parastina rewa bi cih tînin”.

QSD’ê da xuyakirin ku di roja şeşemîn a êrişan de dagirkeriyê zêdetirî 77 gund, bajarok û navendên sivîlan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir. Herwiha da xuyakirin ku di heman demê de komeke çeteyan di bin gera balafirên keşfê de hewl da êrişî herêma Zirganê bikin û hêzên wan li çeteyan dan û 6 çete hatin kuştin.

Li gorî QSD’ encama êrişên dagirkeriyê yên saetên dawîn ên roja pêncşemê 24’ê Mijdarê û her wiha encamên roja înê 25’ê Mijdarê ev in:

24’ê Mijdarê

Eniya Zirgan bi 8 obus û 6 hewanan hat topbarankirin. Li gundê Bobê hewldana êrişa çeteyan hat têkbirin. Di pêvçûnê de 2 çete hatin kuştin. Piştî pêvçûnê çalakiyeke bi çekên giran li hember çeteyan hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de jî 4 çete hatin kuştin. Bi giştî 6 çete hatin kuştin.

Qamişlo

Gundên Zorava, Xiwêtla, Mele Ebas, Şelûmiyê bi 7 obusan hatin topbarankirin.

Til Temir

Gundên Tewîla û Gozeliyê bi 14 obusan hatin topbarankirin.

Kobanê

Gundên Cîşan, Goran, Xirbîsan, Zorava, Til Ehmed Mûnîr bi 11 hewan, 2 guleyên tankan hatin topbarankirin.

Girê Spî:

Gundên Tepê Xan, Xalidiyê û gaziya Terad bi obus û tankan hatin topbarankirin.

Eyn Îsa – Tirwaziye

Bajarokên Um El Beramîl bi 3 obusan hat topbarankirin.

Minbic:

Gundên Elyanlî, Korheyuk, Ewn Dadat, Hoşeriye, Boxaz û Seyada bi 18 hewan û 5 obusan hatin topbarankirin.

25’ê Mijdarê

HERÊMA EFRÎNÊ

Gundên Samûqa, Til Ziwan, Til Madiq, Til Cîcan, Im Hûş, Minnix, Eyn Deqnê, Nêrebiye, Bêluniye, Dêrcimel, Şêx Îsa, Girê Meyasê, Merenaz, Şewerqa, Malikiye, Soxaneke, Qinêtirê, Girê Bênê, Tatmaraş, Tinnib, Elqemiyê, Îrşadiyê û bajarokê Til Rifat bi 406 obus, 39 hewan, 350 bombeyên bombeavêjan hatin topbarankirin.

Til Temir

Gundên Dirdara, Til Tewîl û Tewîla bi obusan hatin topbarankirin.

Hol

Li Kampa Holê hemwextî gera balafirên keşfê yên Tirk, komek çete reviyan û piştî demek kurt ji aliyê hêzên me ve hatin girtin.

Kobanê

Gundên Zormexar, Cîşan, Goran, Xirbîsan, Ziyaret, Qeremox, Til Şeyîr, Siftek, Kor Elî, Çarixlî, Xerab Eto  Girê Miştenur û bajaroka Şiyux Foqanî bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Girê Spî

Gundên Huşan, Seyda, Ebdokê, Ebû Kurdo, Dibis, Koberlik, Îbrahîm Kurdî û rêya M4 a navneteweyî bi obus û hewanan hatin topbarankirin.

Eyn îsa

Gundê Siwêdiya bi 5 obusan hat topbarankirin.

Minbic

Çiyayê Hemam, gundên Hoşeriye, El Cat, Korheyuk, Seyda, Ewn Dadat, El Yanelî bi 15 hewan û 12 obusan hatin topbarankirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.