Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PJAK’ê bi daxuyaniyekê salvegera 44’an a PKK’ê pîroz kir û got; “Gelê Kurd bi saya PKK û Rêber Apo kariye polîtîkayên qirkirinê yên dijmin pûç bike

27/11/2022
in NÛÇE
A A
PJAK’ê bi daxuyaniyekê salvegera 44’an a PKK’ê pîroz kir û got; “Gelê Kurd bi saya PKK û Rêber Apo kariye polîtîkayên qirkirinê yên dijmin pûç bike
Share on FacebookShare on Twitter

Bi wesîleya salvgera 44’an ya damezrandina PKK, Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek niviskî weşand.

PJAK di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Kurd bi saya PKK û Rêber Apo kariye polîtîkayên qirkirinê yên dijmin pûç bike û bi biryardariyeke xurt di rêya azadî û demokrasiyê de bimeşe û wiha got: “Gelê Kurd ku di nava lepên qirkirina herî mezin a dijmin de bû, îro bûye pêşengê têkoşîna azadiyê ya gelên bindest û rêya têkoşîna gelên bindest ên Rojhilata Navîn ji berê zêdetir vekiriye. Têkoşîna PKK’ê îspat kir ku gelên herêmê li dijî modernîteya kapîtalîst polîtîkaya modernîteya demokratîk heq dikin û bi yekîtî û hevgirtinê dikarin di rêya dijwar a azadiyê de ber bi armanca xwe ve bimeşin.”

PJAK da xuyakirin ku di  pêvajoya heyî de hemû gelên Rojhilata Navîn di hemû qadan de ji encamên pêngavên PKK’ê û Rêber Apo sûd werdigirin û her kes şahidê destketiyên wê yên erênî û bandorker ên li ser tevgerên rizgariya herêmê ye . KJK wiha dewam kir: “Gel û civakên ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve hatibûn ber asta têkçûnê, îro bi saya têkoşîna gerîla bûne xwediyê hêviya vejîna rêya azadîxwazî û demokratîkbûnê. Ji têkçûna DAÎŞ’ê heta têkoşîna li dijî faşîzma Tirk, fedayiyên gelê Kurd ên di pêşengiya Rêber Apo de bûne mînakek watedar a rêya têkoşînê. Di qonaxa niha de karwanê vê têkoşînê li Îranê jî bi bandor bûye û pêşengên karwanan jinên bi xîret û têkoşer in.”

 

PJAK da zanîn ku ji Îmraliyê bigire heta her çar aliyên Kurdistanê gel li dijî faşîzm û zilma dijmin, hêza xwe ji têkoşîna bêhempa ya Rêber Apo digire. Her wiha dostên gelê Kurd ên enternasyonalîst ên li çar aliyên cîhanê ji rewşenbîran bigire heta akademîsyen û jinên azadîxwaz piştgirî didin Rêber Apo û tevgera azadiya Kurd û di mafdarbûna têkoşîna gelê me de israr dikin  û wiha dewam kir : “Azadiya gelê Kurd li Rojhilata Navîn tê wateya azadiya hemû gelên bindest; bi saya têkoşîna bê hempa ya gelê me yê welatparêz, rêya pêkanîna azadî û demokrasiyê vebûye û em nêzî azadiyê bûne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.