Rojnameya Ronahî

‘Em amedene careke din bibin fedayî’

Zana Roj/ Şehba

Gaziyên şer yên herêma Efrînê li dijberî êrîş û kiryarên ne mirovî yên dagirkeriya Tirk daketin qadan û diyar kirin ku ew amade ne ku careke din bibin fedayên gelê xwe.

Hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê ya li dijî  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her awayî dewam dike. Armanca dagirkeriya Tirk jî dagirkirina tevayiya xaka Sûriyê û qirkirina gelên herêmê yên resen e. 19 Mijdara 2022’an dagirkeriyê careke din bi awayekî hovane êrîşî seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Dîsa bi erêkirina Rûsya û DYA û bi çekên NATO’yê, Erdogan komkujiyan li dijî welatiyên herêmê pêk tîne. Li hemberî êrişên dagirkeriyê gelên herêmê daketine qadan û diyar kirin ku ew di riya berxwedan û têkoşînê de bi îsrarin.

Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk yên dewamdar yên li ser herêmê gaziyên şer yên herêma Efrînê meşek li darxistin û helwestên xwe dan nîşandian.

Li ser navê Saziya Gaziyan yên Efrînê Cîger xwîn axivî, di axaftina xwe de anî ziman ku pilanên dagirkeriyê wê li ser gelê herêmê neyên pêkanîn û wiha got: “Tavahî êrîş û kiryarên ku li ser herêmê tên kirin, berdewamiya kompiloya hedefgirtina tevgera azadiya Kurdistanê ye, bi vê helwestê tavahî hêzên navnetewî yên kompiloger dibin destek ji bo dewleta Tirk a dagirker da ku bikaribin pilanên xwe li ser xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê pêk bînin”.

‘Axa Rojava wê bibe goristana dagirkeriyê ye’

Cêger da zanîn ku wê ev êrîş negihêjin tu encaman û wiha domand: “Xeyalên dagirkeriyê wê li ser axa me pêk neyên. Ev serdem serdema têkbirina  planên dewleta Tirk ya qirkirina gelê Kurd e. Çawa ku ev 45 salan dagirkeriya Tirk li çiyayên azad têk diçe,wê li Bakur û Rûjhilatê Sûriyê jî bi bin bikeve, çawa berxwedana gelê Kurd bûye mînak di cîhanê de, wê vê carê jî axa Rojava bibe goristan ji dagirkeriyê re”.

‘Em vîna xwe ji Îmraliyê digrin’

Endamê Saziya Gaziyan Bozan Hesen jî axivî û bal kişan ser berxwedana ku îro li Rojava tê kirin û got, asta berxwedana ku îro ji aliyê gelên herêmê ve tê kirin,diyar dike ku bersiva herî mezin ji raya gîştî û dijmin re, vîn û felsefeya berxwedanê ye.”

‘Em ê careke din bibin fedayî’

Bozan anî ziman ku ji bo têkbirina dagirkerî ew carke din amedene di oxira vê şoreşê de bibin qurbanî û axaftina xwe wiha  qedand: “Di vê têkşînê de bi hezaran cangorî û fedekar hatine dayîn, metirsiya herî mezin a dijmin ew e ku ewqas salin nikarî fedayîtiya ku di vê tevgerê de tê kirin biperçiqîne. Em jî mîrasê vê felsefê ne, careke din em soza xwe nû dikin, di oxira vê şoreşê de em ê careke din bibin fedayiyên vê têkoşînê”.