Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KONGRA-GEL: Avabûna PKK’ê rojbûna Kurdên azad e

23/11/2022
in NÛÇE
A A
KONGRA-GEL: Avabûna PKK’ê rojbûna Kurdên azad e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

KONGRA-GEL diyar kir ku bi PKK’ê gelê Kurd hat rêxistinkirin, perwerdekirin, şoreşeke civakî hate kirin, hêvî û baweriya gel çêbû û got, pêwîste em li ser bingeha têkbirina faşîzmê bi tekoşîneke heybet seferber bibin“

Bi wesîleya salvegera 44’an a damezrandina PKK’ê Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL daxuyaniyek weşand.

KONGRA-GEL di daxuyaniya xwe de diyar kir ku berî têkoşîna Rêber Apo dîroka Kurdistanê ji ber serneketin, têkçûn, teslîmbûn, xiyanet, bêhêvîtî û ji ber pişaftinê reş û tarî bû. Ji Kurdbûnê rev hebû. Têkoşîna Rêber Apo, qebûlnekirin û mudexale kirina vê rewşa gelê Kurdistanê ye.

KONGRA-GEL da xuyakirin ku têkoşîna Rêber Apo; ji bo gelên Kurdistanê ji tarîtiyê derketina ronahiyê ye, ji tunebûnê derketina hebûnê ye û wiha got: “Bi PKK’ê gelê Kurd hat rêxistinkirin, hat perwerdekirin, şoreşeke civakî hate kirin. Hêvî û baweriya gel çêbû. Bi hezkirina gel û welat, ji bo azadiyê ruhê fedayitiyê, ruhê ‘Kurdên azad’ çêbû. Ji ber vê yekê jî rojbûna PKK’ê rojbûna ‘Kurdên azad’ e”

 

KONGRA-GEL  da zanîn ku PKK partiya jinê ye û wiha dewam kir: “Jina Kurd, bi Rêber Apo û PKK’ê rastiya xwe nas kir. Bi şoreşeke civakî, bi bîrdoziya azadiya jinê, bi artêşbûn û partîbûnê, jina Kurd bû pêşengê şoreşa azadiya gelên Kurdistanê. Şoreşa jinê li Kurdistanê destpê kir, belav bû li Rojhilata Navîn û tevayî cîhanê.”

 

KONGRA-GEL  diyar kir ku Ji ber ku konsepta dewleta Tirk a siyasî û a eskerî ya dijî gelê Kurd û PKK’ê bê encam ma, girêdayî provakasyona Taksîmê ku plana wana bi xwe bû, bi êrişên 19’ê Mijdarê li ser Başûr û Rojava’yê Kurdistanê xwestin rojeveke li gorî xwe çêbikin û wiha got: “Em wek gel û dostên me baş bizanibin ku heta rejîma faşîst têk neçe, ev êrişên dijminane wê dewam bikin. Pêwîste em jî li ser bingeha têkbirina faşîzmê bi tekoşîneke heybet seferber bibin”.

KONGRA-GEL  da xuyakirin ku  paradîgmaya Rêber Apo di pêşengtiya jinê de bi duruşma jin- jiyan- azadî li Rojhilatê Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û tevayî cîhanê de bûye hêvî, Ji bo azadiya gelên Kurdistanê û demokrasiya herêmê, ji hemû deman zêdetir a naha derfet heye û wiha dewam kir: “Êdî dem dema azadiya Rêber Apo û gelên Kurdistanê û demokrasiya gelan e. Di vê demê de wek gel û dostên me, pêywira me ya sereke ew e ku ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo têkbirina faşîzma AKP- MHP’ê, ji bo li hemberî çekên kîmyewî ya dewleta Tirk û bêdengiya Ewropayê, pêwîste ji hemû deman zêdetir em niha seferber bibin. 50’emîn sala têkoşîna ya Rêber Apo û ya PKK’ê em bikin sala azadî û demokrasiya gelan.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.