Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Koçberên Efrînê: Berxwedana gel wê dagirkeriyê têk bibe

20/11/2022
in NÛÇE
A A
Koçberên Efrînê: Berxwedana gel wê dagirkeriyê têk bibe
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Li dijî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker, gelên li Şehbyê daketin qadan û diyar kirin ku wê gelên azadîxwaz dagirkeran têk bibin.

Zana Roj/ Şehb

Li herêma Şehbayê gelê Kurd û Ereb ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, meşek girseyî li dar xistin, bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê tevlî meşê bûn, meş ji ser riya fafînê hat destpêkirin û ber bi navenda navçeyê ve dewam kir, di meşê de axaftin ji aliyê hevserokê Kantona Efrînê Bekir Elo û hevserokê Meclîsa Şehbayê Fatmê Cimo ve hatin kirin.

Di derbarê van kiryar û êrîşan dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser tavahî herêmê hemwelatiyên Efrînê Hesen Berko û cîhan Îsmayîl ji rojnamya ne re axivîn.

Cîhan Îsmayîl êrişên dewleta Tirk ya dagirker şermezar kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker gihîştiya asta herî bilind a fetisandinê, êdî nikare ji kirîzên xwe yên navxweyî bireve, li hember derbeyên giran yên ku gerîlayên azadiyê di Herêmên Parastinê yên Medya li wan didin, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û  bi van êrîşan dixwaze tola xwe rake û bide xuya kirin ku ew hêj li ser piya ye, lê hikumeta AKP û Erdogan niha nefesên xwe yên dawiyê distîne, êdî çi ji destê wan derdikeve dikin”.

‘Em li ser felsefeya Rêber Ocalan mezin bûne’

Cîhan diyar kir ku bi van êrîşan nikarin gel tune û qir bikin û wiha domand: “Gelê azadîxwaz yê ku li ser Fikrê Rêber Apo mezinbûye, tu kes nikare vîna wî têk bibe. Meşa azadiyê ya 50 salan berdewam dike. Bi dehê salane ku dewleta Tirk hewil dide ku gelê Kurd tune bike, di derheqê vî gelî de bi hezaran komkûjiyan pêk anîne, lê ev gel niha li vire û di meşa azadiyê de têkoşîn dike”.

‘Hêzên navneteweyî hevkarên sûcên dijmirovî ne’

Hesen Berko jî da xuyakirin ku ev êrîşên ku tên kirin ne tenê bi destê dagirkeriya Tirk tên kirin û wiha got: “Êrîş û topbaranên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên kirin di encama lihevkirin û erêkirina hêzên navnetewî de tên pêkanîn, di heman demê de bikaranîna kîmyasal jî li ser çiyayan di encama erêkirinek wiha de bû, hevkarên dewleta Tirk a dagirker dixwazin hebûna xwe li ser tunebûna gelên herêmê mayînde bikin”.

‘Me soza berxwedanî û têkoşînê da ye’

Hesen di axaftina xwe de tekez kir ku ji bilî berxwedanî û têkoşînê tu rê em hilnabijêrin û wiha axaftina xwe qedand: “Temenê vê berxwedaniyê çi dibe bila bibe, emê bi can û bedena xwe bibin fedekarê vê berxwedaniyê, me soza berdewamkirina vê têkoşînê daye şehîdên vê dozê, ji ber wê jî bila tevahî dunya û hêzên navnetewî di wê baweriyê de bin ku gelê Kurd bi komkûjî û topbaranan wê bi dawî nebin, em nifşên pêşerojê li ser soza Şehîdan mezindikin û wê Kurd bimînin kelem di çavên dijminên mirovahiyê de”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.