Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tunditujiya Dijî Jinê

20/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Di sala 1960 de li Komara Domînîk ku rêveberiya wê kesê dîktatorê yê binavê Rafael Trojillo dihate naskirin, sê xuşkên tekoşer bi îşkence û serîjêkirinê di 25 Mijdarêde hatin qetilkirin. Ji ber vê buyerê, ew roj wek roja dijî tundiya li ser jinê, di saziya Neteweyên Yekbuyî de, di sala 1999`an de hate pejirandin û neha li seranserî cîhanê tê bi bîranîn.

 

Wek hûn jî dizanin di zilm û zordarîyê de, ji dewletan bigre heta kesayetan, ji bo nefsa xwe mezin bikin û desthelatdar bimînin, hemû alî xwe li ser vê yekê ferz dikin. Mixabin bi şiklên cuda be jî, xweferzkirin di nav Mirovahîyê de bi giranî, hatiye bi cîh kirin. Ev tundî carnan bi navê ol, carna binavekî din derdikeve pêşberî mirovahiyê. Hem di dîroka mirovahîyê de û hem jî vê serdemêde ev pirsgirêk bi cureyên ziravtir û kurtir berdewam dike.

Pirsgirêka desthelatê bûye nexwşîyeke derunî û bûye bela serê mirovahiyê.

Dewlet xwe li ser hemwelatiyan ferz dikin, partî xwe li ser endamên xwe ferz dikin, şêx xwe li ser mirîdan ferz dikin, mela xwe li ser civakê ferz dikin, muxtar xwe li ser gundîyan ferz dikin, bav xwe li ser malbatan ferz dikin û zilam jî, xwe li ser jinan ferz dikin. Bi hezarê salane ev nêzikbun bûye sîstemeke di malbata mirovahiyê de. Ev sîstema han ya desthelatdariyê di nava mirovahîyê de, bê dadî û bê rawiştî bi xwe re ava kiriye.

Di bengehê de Ola Îslamê ferzkirin û zordariyê napejirîne, bihevre îstîşare, edaletê, merhemetê, heskirin û bihevre karkirinê pêşniyar dike. Xwe ser hevdû ferz kirin û îrada însanî nedîtinê Îslam napejirîne. Lewra Xwedê ji bo hemû mirovan dibêje; ew xelîfeyên min in. Jin mêr tu cudahî nîne. Jin jî, zilam jî, xelîfeyên Xwedê ne. Fermanên Qur‘anê hevdû temam kirine, ne ku desthelattdariyê li ser hevdu avakirine. Di civaka mirovahiyê de yên herî zêde tên perçiqandin jinin! Jinên Kurd hezar car zêdetir ji jinên dîtir, ji ber şer tên perçiqandin. Dijminê gelê me ji bo ku me bê kesayet bihêle, destdirêjiya qirêj li ser keç û jinên me dike. Divê were zanîn: Jin jiyane, jin merhemete, jin dayîke! Destdirêjiya ser jinê, kuştin û tundûtujiya ser jinê, di heman demêde, dest dirêjiya jiyana mirovahiyêye.

Bi taybet tundûtujiya ser jinan, gîhaştîye radekî ku, tehemmula mirovên xwedî wijdan ku mirovahiya xwe ji dest nedaye, nemaye! Kevir, dar, erd û asîman qêrîna wane, dibêjin tundutujiya ser jinê êdî bese!

Her Roj dayik, keç û jinên me, destdirêjî li wan tên kirin, tên îşkence kirin û kuştin. Qur‘ana pîroz û ola Îslamê, destdirêjî, kuştin û neheqîya li ser rihberan qedexe kiriye. Qedrê mirov bilind û berz nirxandiye. Dij derketina hemu cureyên zilm û zordariyê li me ferz kiriye.

Divê demlidest tundîtujiya dij Jinê bê rawestandin.

 

Hedîs:

`…Kê ji we dema zarokên keç xwedî dike, rubiruyê henekî zehmetiyan were, ewê xwedîderketina wan zarokên qîzîn, ji bo wî bibe parastina ji agirê Dojehê. ` Buhari Zekat, 10.

`Qenctirînên we kesê ji bo hevjîna xwe qence, ew kese. ` (Tirmizî, Radâ, 11)

`Jinava we ji zilimkaranre emê ezabekî mezin bidin tam kirin.` (Furqan19)

`Tu hevkar û dostê zaliman nîne.` (Şura 8)

`Kê li hevjîna xwe bide, li roja qiyametê ez neyarê wîme.` (Riyazu Nasihîn)

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.