Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armancên teqîna Stenbolê

20/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Aştîxwaziya durû ya Dolmabahçe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Jixwe ji roja ewil ve, diyar dibû ku ev bûyer weke senaryoya dewleta tirka ye.

Nuha zelaltir dibe ku, Suleyman Soylu, Erdogan û rayedarên dewletê, çi gotinên li ser vê bûyerê gotin e, hemû nakok û derew derketin û wan ev teqînê amade kirine.

Armancên wan jî, aşkere xwuya dibe ku; bi vê bûyerê re, zemînê xweştir bikin û demek zûtir êrîşê bibin ser Kobanê û HDPê.

Jixwe hîn di saetên despêka teqînê de, li gel daxwuyaniyên Receb û Suleyman, hemû çapemeniya wan, bi yek zimanî gotin, “ev keça teqînî pêkaniye, ji Kobanê ferman standiye, di Efrînê re derbasî Tirkiyeyê bûye û ev kar pêkaniye” û hwd.

Bi vî awayî armancên xwe yekser nîşan dan û roja piştî êrîşê; di axaftinên koma xwe yên roja sêşemê de Bahçeli, bi dengê bilind HDP tawanbar kir û ji bo girtina wê fermana xwe ragihand!

Bêgûman, bi vê armanca taybetî re, armanca bingehin; di kesayateya Kobanê û HDPê de, derbeyê li Şoreşa Rojava û bi giştî li Tevgêra Azadiya Kurdistanê bidin.

Li himber vê siyaset û kiryarên faşîzan ên dîktadoriya R.Erdogan û Bahçelî, rêveberên HDPê, KCKê, PYDê, HSDê û hwd.peyamên xwe yên ku ji vê bûyerê bêrî ne, aşkere û zelal nîşan dan û gotinên wan hemû derew derxistin.

Bi vê teqînê re, hinek mînakên wisa qirêj û qirker yên wan tên bîra mirovan:

1-Zemanekî, serokê MITê H.Fidan gotibû,”xema nexwûn, ji bo em êrîşî Rojava bikin, sedem hêsan e; em ê derbasî binxetê bibin û çend topan bavêjin serxetê û weselam”!

2-Di roja Newroza îsal de li Gevera Colemergê, di maşîna(otomobila) polisekî de 52.5 kg teqemenî hatibû dîtin. Vî polisî, di wê demê de fermî li Stenbolê kar dikir. Nuha li ser çi kariye nayê zanîn.

Rewşa vî polisî û vê bûyerê, li Parlemenê ji Soylu gelek pirs hatiye kirin, lê bersîvên zelal nehatiye standin. Belê weke ku li xwe mikûr were gotiye, “armanca qonaxa vê teqemeniyê Stanbol bû”! Gelo nabe ku ev teqîn jî, parçeyek ji vê teqemeniyê be?

Mînakek din a balkêş jî ev e; di çapemeniyê de derket ku vê “keça terorista Soylu-Receb-Bahçeli”, du caran li gel berpirsiyarê MHPa bajarokê Şernexê axivî ye!

*  *  *

Divê neyê jibîr kirin, di kesayetiya KOBANÊ de, ew kul û derdê giran ê serketina Şoreşa Rojava, di dilê    R.Erdogan(Kobanê hema ket an dikeve) û hevalbendên wî de maye û şax vedaye.

Lewma hema ji fermandarê xwe yê jor rohniya kesk bibîne, ne “şevekê ji nişka ve”, belê li şev û rojê na pirse, heme bi lez êrîşî Kobanê û Rojava dike.

Ji bo ku destûrê bistîne, hemû hebûna Tirkiyeyê pêşkêşî DYE û Rûsyayê dike.

Di heman roja teqîna Stenbolê de, bi malovaniya Serokê MITê ve, Serokê CIA û SVR(istixbarata Rûs) civiyan. Her wiha S.Soylu jî li herêmên Helebê, Efrînê û Idlibê, rêûresmên damezrandina xwendegehan û xaniyan pêktanî!

Ev hevdîtin û karên hatine kirin ne ji xêrê re ne. Her çendîn eşkere nebû bin jî, bêhne genî ji van hevdîtin û hewldanan tê.

Lewma hişyarî û amadekariya xurt divê.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.