Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Planeke nû ya bi xûn

20/11/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Newroza 50’yî ya Tevgera Apoy
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

13’ê mijdarê li Stenbolê li kolana Taksîmê bombeyek teqiya. Di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn.

Gelek kesên ku dengê vê teqînê bihîstin gotin starta hilbijartinan dest pê kir. Sala 2015’an û hilbijartinên 1’ê Mijdarê hat ber çavên wan.

Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de Kurdan û tifaqa demokrasiyê destûr nedabû ku AKP bi serê xwe hikûmetek ava bike.

Li ser vê yekê, AKP pêvajoya şer û kampanya hilbijartinê bi hev re da.

Her roj li hin deveran bombe diteqiyan. Komkujiyên wek Pirsûs û Enqerê pêk hatibûn.

Di encama hilbijartinên 1’ê Mijdara 2015’an de,  AKP û MHP’ê desthilata xwe ya faşîst îlan kirin.

Em dîsa vegerin Taksîmê qada komkujiyê. Erdogan demekî dirêj bû kampanya hilbijartinên 2023’yan dabû destpêkirin. Kîngê da destpêkirin? Di sibata 2021’ê de bi êrişa Garê da destpêkirin. Ji wê rojê ve ku va bû 2 sal serketinek ku ji wê derê bîne tune ye. Bi sepeta vala vedigere Enqerê. Kîmyasal jî bi kar anîn lê yek fotografek serketinê ku ji civaka xwe re parve bike, tune bû.

Lê wext êdî dereng bû. Ew roja qedera wî, roja hilbijartinan nêz dibûn. Hêviyên wî yên ji wezîrê şer Hulusî Akar êdî nema bûn. Suleyman Soylu ket dewrê. MHP’ê jî ji bo di tifaqê de bimîne Soylu îşaret dikir. Suleyman Soylu jî êrişa Kobanê, Minbic û Til Rifetê îşaret kirin.

Berî plana Soylu, li Astanayê û li hin navendên cuda ji bo êrişa van herêman bikin, li destûr û îcazetan geriyabûn. Dema destûr negirtin bi du planek nû ketin. Plana nû jî plana Suleyman Soylu bû.  Wê li Stenbolê teqînek pêk bihata û wê bikirana hincet da ku êrişên dagirkeriyê bidin destpêkirin.

Suleyman Soylu ji bo plana xwe, ji kontrayê xwe yê Bakurê Kurdistanê Aslan Tatar, Aslan jî serokê MHP’ê yê navçeya Basa M.Emîn Îlhan erkdar kir. Piştre jî hat îspatkirin M. Emîn, ew jina ku navê wê di komkujiyê de derbas dibe, ji Sûriyê derbasî Stenbolê kiriye.

Di kêliyên ku bombe teqiya de Suleyman Soylu li Idlibê bû. Kesî ev pirs nekir; gelo çima Soylu diçe Idlibê?, Idlib axa Sûriyê ye, çima wezîrê karê derve naçe?, Heger mijarek ewlekarî û eskerî be çima, Hulusî Akar naçe? Û gelek pirs din.

Piştî teqînê Soylu di daxuyaniya xwe de digot; Ev kesa ku ev çalakî pêkaniye endama PYD-PKK’ê ye. Li Kobanê perwerdeyeke taybet girtiye. Talîmata çalakiyê ji Kobanê girtiye û di ser Efrînê re derbasî Tirkiyê bûye.

Piştî vê axaftinê û daxuyaniyên ji aliyê YPG, QSD, MSD û PKK’ê ve hatin dayin, derewên Soylu yek bi yek hatin îfşakirin.

Ji bo ku êrişî Kobanê bikin her roj derewek servisî medya dikirin. Lê di demekî kurt de dihat îspatkirin ku ev senaryo ye.

Em ê, ew rastiyên bi serokê MHP’a Basayê M.Emîn Îlhan re eşkre bûn jî deynin aliyek. Lê dibe ku em behsa ew jina ku bersûc hatî girtin bikin.

Rewşa fizîkî bi serê xwe îspat di kir ku îşkence dîtiye. Hin îfade pê dane qebûlkirin. Hin îfadeyên ku Kurdan hedef nîşan bidin lê bar kirine. Ji bo Amerîka yê jî bi bîr bixin tîşortek ku li ser navê bajarekî Amerîka nivîsandiye lêkiribûn. Tîşort 2-3 beden jê re mezin bû. Herkesî ev detay dît.

Ev hemû detay îstixbaratên dewletên mezin jî dîtin. Gav bi gav, kêlî bi kêlî agahî di dest wan de hene. Dive ev îstixbarat carek be jî bi wijdanî  tevbigerin û wan agahiyan di dest xwe de parvekin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.