Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Peyamên Sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyên teqîna Silêmaniyê re hatin dayîn

20/11/2022
in NÛÇE
A A
​​​​​​​Peyamên Sersaxiyê ji bo malbatên qurbaniyên teqîna Silêmaniyê re hatin dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gelêk destgeh, rêxistin û aliyên Kurd bi daxuyaniyan ji malbatên qûrbaniyên teqîna Silêmaniyê re sersaxî xwestin û ji bo birîndaran şefa xwestin.

Li taxa Kaziwa-2 ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji ber gaza xwezayî teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 kes jî birîndar bûn.

Derebarê teqîna Silêmabniyê de, hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK), Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD),  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM),  Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Başûrê Kurdistanê, Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Meclisa Giştî ya Kongra Star bi daxuyaniyan sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwestin.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bûyera dil bi êş a li Taxa Kawize-2 a Silêmanî ku ji ber teqîna gaza malê pêk hatî, ji ber vê yekê hejmarek ji mirovan bûne qurbanî, vê yekê ew gelekî êşand. Her wiha birîneke kûr li ser dil û derûniyê li dû xwe hişt û got: “Hêvî û hestê me bi xelkê niştîmanperwer ên Silmanî re heye, bi taybetî êş û xema malbat û kesûkarên ew welatiyên ku di teqînê de bûne qûrbanî û birîndar bûne.”

Herwiha PYD′ê sersaxî ji şêniyên Silêmaniyê û malbatên qurbaniyên teqîna li bajar re xwest û diyar kir ku birîna her parçeyekî Kurdistanê birîna Rojavayê Kurdistanê ye jî û got: “Em bi gelê xwe yê Silêmaniyê re ne û sersaxiyê ji hikumeta herêmê û YNK′ê û tevahî malbatên qurbaniyan re dixwazin û hêviya şîfaya lezgîn dixwazin.”

TEV-DEM′ê jî ji aliyê xwe ve peyama sersaxiyê ji bo qurbaniyên Silêmaniyê da û got: “Em sersaxiyê ji gelê Kurd re, bi taybet ji şêniyên Silêmaniyê re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”Nûnertiya Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê re xwest

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê jî bi peyamekê ji malbatên qurbaniyên teqîna li Silêmaniyê re sersaxî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest û got: “Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û xemîngiya xwe parve dikin, ji giyanê qurbaniyan re dilovanî û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. ʹʹ

Herwiha têkildarî Teqîna li silêmaniyê Kongra Star bi daxuyaniyekê sersaxî da malbatên qurbaniyan û banga girtina tedbîran ji bo parastina zarok û jinan kir  û got: “Em ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê û ji birîndaran re şîfayê dixwazin. Em hêvî dikin ku her kes ji karesatên bi vî rengî yên ku sedemên wan teknîk in, dûr be. Em bang li desthilatê û aliyên xizmetguzariyê dikin ku ji bo parastina jin û zarokên li malan tedbîran bigirin. Her wiha bang li hemû malbatan dikin ku tedbîrên silametiyê pêk bînin û bi awayekî rast sîstemên gaze û hwd bi kar bînin.”

KNK jî derbarê teqîna li Silêmaniyê bi daxuyaniye sersaxî da malbatên kesên di teqîna li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye û ji birîndaran re şîfa xwest.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.