Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​NADA: Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ emê bi têkoşîna xwe ve girêdayî bimînin

20/11/2022
in NÛÇE
A A
​​​​​​​NADA: Bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ emê bi têkoşîna xwe ve girêdayî bimînin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hevgirtina Jinan a Demokratîk a Herêmî (NADA) bi boneya nêzîkbûna 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, daxuyaniyeke nivîskî da û tê de diyar kir ku ji bo rizgarkirina jinan ew ê têkoşînê mezintir bikin.

NADA di daxuyaniya xwe de diyar kir pergala kapîtalîst hemû rêbazan bikar tîne da ku îradeya jinan bişkîne û got: “Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ya vê salê nêz dibe, lê hîn jî li hemû deverên cîhanê zêdebûneke berbiçav a tundiya li ser jinan heye. Ev yek jî hemwextî bilindbûna asta têkoşînê ji aliyê jinan ve ya li dijî her cure tundiya li ser jinê û binpêkirinên eşkere yên li ser jinan û berfirehbûna qada wê ya erdnîgarî û bandorên wê yên xurt ên li ser civakan tê kirin. Ev tundî asta tirsa pergala kapîtalîst a global û zihniyeta wê ya desthilatdar a baviksalarî ya ji vîna jinên azad nîşan dide. Ji ber vê yekê hemû rê û rêbazan bi kar tînin da ku îradeya jinan bişkîne, wan bêdeng bikin û wan ji maf û azadiyên wan bêpar bihêlin, dighêje asta ku jinan qetil dikin. Ev jî bi taybet teqez dike ku em di serdemekê de ne ku çanda tundiya li ser jinê digihêje asta diyardeya ‘qirkirina jinan’ bi hemû wateya xwe.”

NADA da xuyakirin ku ew wek Hevbendiya NADA piştgiriya xwe ji bo jinên Îranê û şoreşa wan radigihînin û wiha dewam kir: “Bi boneya nêzbûna Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê, em piştgiriya xwe ji bo kampanyaya ‘Ez jiyan im’ radighînin ku vê dema dawî ji hêla rêxistin û torên jinan ên pêşeng ên li seranserê Rojhilata Navîn û bakurê Afrîkayê ve hatî destpêkirin.”

Hevgirtina Jinan a Demokratîk a Herêmî (NADA ) da zanîn ku ew girêdana xwe ya bi têkoşîna azadiya jinê re û israra xwe ya mezinkirina têkoşîna xwe teqez dikin, heta ku amûra şerê bêserûber raweste, ewlekarî û aramî li herêma me ya kevnar pêk were û wiha got: “Em ê bi dirûşma ku vê dawiyê di şoreşa jinan a Îranê de bal kişandiye û li herêm û cîhanê deng vedaye ku ew jî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye, bi têkoşîna xwe ve girêdayî bimînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.