Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwepêşandanên gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin

20/11/2022
in NÛÇE
A A
Xwepêşandanên gel li Rojhilatê Kurdistan û Îranê didomin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Serhildanên gel yên li Rojhilatê Kurdistan û Îran bê navber dewam dikin, Roj bi roj serhildan firehtir dibin û hejmara welatiyên li ser destê rêjîma Îranê tên qetilikirin, desteserkirin û girtin zêde dibin.

Bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî, li tevayiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û gelek bajarên Îranê agirê serhildanê vêket û ev serhildan heta roja îro jî bi awayekî berfireh dewam dikin. Rêjîma Îranê jî li hemberî xwepêşandanên gel xwe negire û li dijî xwepêşandanan   kuştin, şidet û binçavkirinê dik. Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku bi daxwaza azadî û jiyanê dest pê kir gihişteiye asteke nû û li her derê Îranê û Rojhilatê Kurdistan belav bûye.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan û çavkaniyan, ji destpêka xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û  Îran heta niha zêdetirî 350 kesan hatine qetilkirin,  ku ji wan 50 jî zarokin. Sindoqa Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di rapora xwe ya herî dawî de bang kir ku divê  hedefgirtina zarokan bi dawî bibe.

Di 18 Mijdarê de li bajarên Mihabad, Kamyaran û Sine merasîma spartina xakê ya hinek xwepêşanderên di xwepêşandanan de jiyana xwe ji dest dayîn veguherî xwepêşandanek mezin û gelek dirûşmeyên li dijî rêjîmê hatin berzkirin. Herwiha li bajarên Xoy, Urmiye, Pîranşar, Serdeşt, Bokan, Mihabad, Seqîz, Merîwan, Dîwandere, Kamyaran, Sine, Bîcar, Dêwlan, Pawe, Serpêlî Zehaw, Sehne û Îlamê bi pêxistina agir û girtina rê li trafîkê xwepêşandan û çalakî hatin li darxistin. Heman demê de dirûşmeyên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Mirin ji bo dîktator’ hatin berzkirin.  Li gelek gundan bi taybet gundên Serdeşt, Sine, Kamyaran û Dêwlan xwepêşandan û çalakî hatin li darxistin.

Li bajarê Sehne bi hezaran kes ji bo tevlîbûna merasîma salvegera koça dawî ya hunermendê navdar yê Yarsaniyan Seîd Xelîl Elî Nejad, kombûn. Lê hêzên ewlekariyê êrişî girseyê kir û ew jî merasîmê vegerand xwepêşandanê. Li gorî çavkaniyan di encama xwepêşandanên 18 Mijdarê de  yên li bajarên Bokan, Pîranşar û Mihabadê de herî kêm 4 xwepêşander jiyana xwe ji dest dane. Herwiah  li gelek bajarên Sîstan û Belucistanê; Zahîdan, Êranşehîr, Rasik, Xaş, Peşîn, Çabehar, Aşar û Serawan meş û xwepêşandan hatin li darxistin. Heman demê de li bajarên Tehran, Qezwîn, Tewrêz, Bender Ebas, Şîraz, Îze, Semîrom, Erdebîl, Babol, Xumeyn, Bender Deyir û hinek navçeyên din yên Îranê çalakiyên cuda cuda berdewam bûn.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.