Rojnameya Ronahî

`Şoreşa Rojava ji bo jinê bû vejîneke nû`

Endamê Kordînasyona Kongira Star a herêma Şehbayê Necah Hisên diyar kir ku Şoreşa Rojava ji bo ji bo jinan bû vejîneke nû û got, jinên herêmê bi saya felsefeya Rêber Apo jin bû pêşenga civakê û di tevayiya qadan de cihê xwe girt.

Zana Roj/ Şehba

Beriya sedê salan û heya niha, li tavahî aliyên cîhanê  zext û tundiyê li ser jinan tê ferizkirin. Di bin şert û merçên cur be cur de, li ser destê sîstem, civak û malbatê tê tunekirin û helandin. Bi vêketina çirûska Şoreşa Rojava re û li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo azadiya jinê gavên girîng hatin avêtin. Di şoreşa Rojava de, ev fikir weke şoreşa jin hat destpêkirin, her wiha jinê xwe têde îsbat kir û ber bi azadiya xwe ve meşiya, bi taybet di vê Şoreşê de para jinên ereb ya herî mezin bû, jina ereb di kesayet û îdeolojiya xwe de guhartinên mezin dan çêkirin, ev yek jî hêşt ku daha zêdetir xwe nasbike û têkoşîna hebûna xwe da meşandin, lewra jî em dibînin ku jina Kurd û Ereb di asoyên vê şoreşê de cih digirin.

Derbarê girîngiya Şoreşa Rojava ji bo azadiyê jinê û rola jinêdi şoreşê de endama Kordînasyona Kongira Star a herêma Şehba û Efrîn Necah Hisên ji rojnameya me re axivî.

`Hewildana qirkirina  jinan dihat kirin`

Nacah Hisên diyar kir ku bi sedê salane ku jin ji tevayiya mafên xwe bê pare û got: “Beriya 5 hazar sal jina xwedawend a ku temsîlkarê aşîtî û heksengiya civakî dikir, xwedî hest û xweşikbûyînê bi serdema kapîtalîzmê re ji aliyê zilam ve hat bêrolkirin. Dîroka ku em îro tê de jiyan dikin şahidê qetilkirin û tundiya ku bi hezar salan ji aliyê civak û olê de li ser jinan hatibû ferzkirine, di bin navên cuda de weke hincet zarokên jin dihatin binax kirin ev mînaka herî berbicava ku ji hezar salan ve dixwastin jinê qir bikin.”

`Di bin navê civakê de xwesatin jinê nezan bikin`

Necah da xuyakirin ku jinên Ereb ji aliyê civakê  ve rol û hebûna wê hatibû tunekirin û wiha got: “Bi taybet di civaka Ereb de, zagonên hişk di derbarê jinê de tên ferzkirin, di bin şertên irf, edet û kevneşopiyên civakî  de neheqiyên tund li ser jinê tên kirin, di hişmendiya civakê de mêr yekser xwedî biryar e, xurtên ciwan çiqas temen biçûkbin lê dikarin bi hêsanî biryaran di debarê jin de bidin, diyardeya zewaca bi temenê biçûk pir li pêş e, ev yek jî pir bi zanabûn dihat kirin, da ku jin negihîne temenê xwefikirandin û xwezanebûnê. Herwiha dixwazin her tim di bin hukmê zilam de jiyan bike”.

`Felsefeya Rêber Ocalan ji bo jinan zayîneke nû bû`

Necah di axaftina xwe de anî ziman ku bi naskirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan me hîs kir ku mafê jin heye û dikare xwedî li xwe derbikeve û wiha domand: “Vêketina Şoreşa Rojava ji bo me û tavahî jinên li herêmê jiyan dikin, zayîneke nû bû, di me de hêz û îradeya têkoşînê da avakirin, Şoreşa Rojava bi xwe re şoreşa bîrdoziya azadiya jin da avakirin, me xwe di vê bîrdoziyê de bi rêxistin kir û hewildana têkoşîn û guhartina hişmendiya hezarê salan kir, ev yek hîşt ku jin bi hemû pêkhateyên xwe di vê şoreşê de bibin xwdî biryar û pêşengtiyê bikin”.

`Jina pêşeng tê ji aliyê dagirker û desthilatdaran tên hedefgirtin`

Endama Kordînasyona Kongira Star a herêma Şehbayê Necah Hisên da zanîn ku hêzên dagîrker bi hedefgirtina jina pêşeng dixwazin şoreşa Rojava ji cewherê wê dûrbixin û axaftina xwe wiha qedand:  “Asta zanabûn û pêşketina jin di hundir vê şoreşê de daye avakirin, niha bûye weke topeke ji agir û di çavê dijmin de pêketiye, lewra jinên pêşeng ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê de tên hedefgirtin, dagirkerî bi van êrîş û kiryaran bê exlaqî dixwaze hêz û îradeya ku Rêbe Ocalan di kesayeta jinê de daye çandin têk bibin.”