Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PYD: Dewleta Tirk dixwaze zemîna êrişên nû yên ser herêmên me amade bike

15/11/2022
in NÛÇE
A A
PYD: Dewleta Tirk dixwaze zemîna êrişên nû yên ser herêmên me amade bike
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

PYD’ê diyar kir ku tişta ku çapemeniya dewleta Tirk belav dike, lîstikeke ku ji aliyê MÎT’ê Tirk ve hatiye çêkirin, armanca wê jî xirabkirina wêneya Hêzên Sûriya Demokratîk e

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li ser daxuyaniyên dewleta Tirk ya dagirker yên sûcdarkirina hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

PYD`ê di daxuyaniya xwe de êrişa ku li Qada Taksîmê ya bajarê Stenbolê yê Tirkiyê ya li dijî sivîlan pêk hat, şermezar kir û got: “Em wê êrişê wek kiryareke sûc a li dijî mirovên bêguneh dibînin. Dewleta Tirk ku her roj li herêma me sivîlên bêçek, zarok, jin û temenmezinan li ber çavên cîhanê qetil dike, dixwaze bi zanebûn berpirsyariya vê çalakiya hovane bixe stûyê hêzên me û berê tiliyên sûcdariyê bide herêmên me, da ku bi vî rengî êrişên xwe yên li ser gelên herêmê rewa bike. Her wiha dixwaze zemîna êrişên nû yên li ser herêmên me amade bike. Tişta ku çapemeniya dewleta Tirk belav dike, lîstikeke ku ji aliyê MÎT’ê Tirk ve hatiye çêkirin, armanca wê jî xirabkirina wêneya Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bihêztirîn rêxistina terorîst a tundrew li cîhanê têk bir.

PYD`ê da xuyakirin ku armanca vê çalakiya ji aliyê MÎT’ê Tirk ve; bidestxistina raya giştî ya cîhanî ji bo rewakirina rewşeke nû ya dagirkeriyê ye û wiha dewam kir: “Hewldanên bi vî rengî ne nû ne, ji ber ku dewleta Tirk li dijî gelan û hêzên demokratîk ên li Tirkiyê, xebatên sûc kiriye.”

Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wiha got: “Em bang li civata navneteweyî dikin ku nekeve vê xefika qirêj a dewleta Tirk. Ji ber ku hikumeta şerê taybet a ku niha Tirkiye wê bi rê ve dibe da ku bikaribe bikaranîna çekên kîmyewî li dijî şervanên azadiyê û sûcên xwe yên li dijî gelê Kurd veşêre. Her wiha em bang li gelê Tirkiyê jî dikin ku ji propagandayên MÎT’ê Tirk hişyar bin û derewên wî bawer nekin. Wek gel divê em li dijî faşîzma hikumeta Bahceli û Erdogan bibin yek, ji ber ku dixwazin em dijminatiya hev bikin. Ji bo van hemûyan jî divê em bi hev re li dijî şerê taybet û psîkolojîk ê dewleta Tirk rawestin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.