Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KONGRA-GEL: Komkujiya Stenbolê plana faşîzma AKP-MHP’ê ye

15/11/2022
in NÛÇE
A A
KONGRA-GEL: Komkujiya Stenbolê plana faşîzma AKP-MHP’ê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL diyar kir ku hikumeta AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe li ser şer û xwînê dewam dike û got, êrîşa li Stenbolê ya 13’ê Mijdarê planeke tarî ya faşîzma AKP û MHP’ê ye.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL derbarê êrîşa bombeyê ya li Stenbolê daxuyaniyek da û têde diyar kir ku ev teqîn ji aliyê desthilatdariya tarî ya AKP-MHP’ê ve hatiye kirin.

 

KONGRA-GEL diyar kir ku eşkere ye ku komkujiya Taksîmê konsepteke şerê taybet a hikumeta AKP-MHP’ê ye û mîna komkujiyên beriya niha li Enqere-Gar, Riha-Pirsûs, Amed, Dîlok û Mersînê bi destê DAÎŞ’ê hatin kirin, ev komkujî jî dewama heman konseptê ye.

 

KONGRA-GEL da xuyakirin ku çekên kîmyewî yên ku hikumeta şer a AKP-MHP’ê li hemberî gerîlayên azadiyê bi kar tîne, di nava raya giştî de bû sedema nerazîbûneke mezin û wiha got: “Hikumeta AKP-MHP’ê ku di şerê qirêj de xitimî ye, dîn û har bûye. Di dîmenan de yên ku li çapemeniyê hatin weşandin, hate dîtin ku cenazeyên leşkerên Tirk ên di şer de mirine çawa ji aliyê artêşê ve hatin şewitandin.Ev hemû asta hovîtiyê ya polîtîkayên hikumeta faşîst a AKP-MHP’ê, rûyê wan ê qirêj û bi xwîn, tengaviya wan a di şerê qirêj de radixin pêş çavan”.

 

KONGRA-GEL da zanîn ku bûyera li Taksîmê planeke şerê taybet e ku hikumeta AKP-MHP’ê bi rêya vê yekê dixwaze rewşa xwe ya xitimandî ji holê rake, rojeva raya giştî ya li ser çekên kîmyewî û şewitandina cenazeyên leşkeran biguherîne, îmaja erênî ya têkoşîna azadiyê ya jinê bişikîne û Rojava bike hedef û hincetê ji êrîşên nû re amade bike.

`AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe li ser şer û xwînê dewam dike`

KONGRA-GEL diyar kir ku faşîzma AKP-MHP’ê dijminê mirovahiyê ye, mejiyekî bêrehm e û wiha dewam kir: “Ji bo armanca xwe bi ser bixîne her rê û rêbazê bi kar tîne, siyaseteke bi xwîn a bêwijdan û bêexlaq e ku dikare gelê xwe, mirovên sivîl bi hêsanî qetil bike. Bûyera Taksîmê ev yek careke din nîşan da, ku hikumeta AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe li ser şer û xwînê dewam dike.”

 

KONGRA-GEL da zanîn ku ji bo rastiya komkujiya li Taksîmê eşkere bibe divê her kes bi berpirsyarî rabe. Ronîkirina komkujiya Taksîmê wê pêşî li ronîkirina komkujiyên din jî veke ku ji aliyê desthilatdariya tarî ya AKP-MHP’ê ve hatin kirin.

 

Em careke din komkujiya li Taksîmê şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û şîfayê ji birîndaranr e dixwazin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.