Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG: Di şerê 7 mehan de 2544 dagirker hatin cezakirin

15/11/2022
in NÛÇE
A A
HPG: Di şerê 7 mehan de 2544 dagirker hatin cezakirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

HPG’ê diyar kir ku di şerê 7 mehan de 2544 dagirker hatin cezakirin û got, dagirkeran 2837 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîşî qadên Gerîla  kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê bi da xuyaniyekê bîlançoya 7 mehan a Pêngavên Şoreşgerî yên di navbera 14’ê Nîsanê û 14’ê Mijdarê de eşkere kir.

HPG`ê da zanîn ku dewleta Tirk a faşîst xwe dispêre teknîka herî pêşketî ya NATO’yê û bi her cûre rêbazên qirêj ên şer êrîşî gerîlayên azadiyê dike û wiha got: “Dagirkeriya Tirk tevî derfetên li ber destê xwe jî li hemberî îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî encamê bi dest bixe. Êrîşa dewleta Tirk a qirker ku ji bo dagirkeriyê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, heft meh li pey xwe hişt. Di vê pêvajoya heft mehan a şerê giran de ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, lehengiyên ku afirîn, xeta berxwedanê û rêbaza şerê fedayî careke din bi şênberî raxist pêş çavan ku Gerîlayên Azadiyê têk naçin.”

HPG`ê da xuyakirin ku artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî îradeya qewîn a Gerîlayên Azadiyê bêçare maye, Qadên Berxwedanê yên hêzên me lê ne bi hezaran carî bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, tank, obus û hawanan bombe kir û tevî vê jî nekarî bigihêje armanca xwe û got: “Gerîlayên Azadiyê her bihosteke xaka Kurdistanê bi ruhê fedayî diparêzin. Artêşa Tirk ku nikare li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da û bi hezaran carî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li ser tunelên şer bi kar anî. Li gel van êrîşên artêşa Tirk a mêtinger ku li pêş çavên cîhanê sûcên şer dike, hêzên me di nava şert û mercên herî zehmet de bi rengekî dîrokî li ber xwe didin.”

 

HPG`ê diyar kir ku di şerê 7 mehan de artêşa Tirk a dagirker 2837 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş biriye ser tunel û çeperên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û sûcê şer kiriye. Herwiha diyar kir ku Grîlayên Azadiya Kurdistanê bi giştî 2553 çalakî li dar xistine û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dane. Di encama çalakiyên xurt ên gerîlayan de ku taktîkên dewlemend ên gerîla bi hev re hatin bikaranîn, 2544 dagirker hatin cezakirin û 366 dagirker jî birîndar bûne.

HPG`ê ragehand ku di şerê 7 mehan de 174 rêhevalên wan li eniyên herî pêş ên berxwedana herî birûmet a dîrokê cihê xwe girtin, derbên giran li dagirkeran dan, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kirin û şehîd bûn.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.